PDK vê carê Asya Ebdullah asteng kir
17:17
JINHA
QAMIŞLO-Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî astengkirina Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah ji hêla rayedarên PDK'ê şermezar kir û hat gotin ku divê tevahî jin li hember vê helwesta PDK'ê dengê xwe bilind bike.
Koordînasyona Kongreya Star têkîldarê polîtîkayê PDK'ê yê li hember tevgera azadiya jinê û astengkirina Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah bi daxuyaniyek şermezar kir. Di daxuyaniya Kongreya Starê de wiha hat gotin, "Careke din PDK'ê xebatên jinê asteng dike. Piştî binçavkirina rojnamevan Aysel Avesta, girtina Buroya Pêwendiyên Jinên Kurdistanê (REPAK) a li Hewlêrê, derbasbûna Hevseroka Saziya Malbatên Şehidan a Ewrûpa Yadê Şengê, niha jî bi astengkirina Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah PDK'ê siyaseta xwe ya qirêj berdewam dike."
Kongreya Star da zanîn ku astengkirina derbasbûna Hevseroka PYD'ê Asiya Ebdullah beşek ji astengkirina xebatên aştiyê ye û wiha pê de çû "Rêhevala me Asya Ebdullah ji bo xebatên berjewendiyên gelê Kurd bimeşîne diviya derbasî derve biba. Lê ji hêla PDK'ê ve rê nehate dayîn ku Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah derbas bibe. Em wek Kongreya Star helwesta PDK'ê ku nahêle xebatên ji bo aştî û çareseriyê pêş bikevin, şermezar dikin. PDK'ê bi taybetî jî jinên Kurd wek hedef digire û pêşketina siyasî ya jinên Kurd û bi hêzbûna jinên Kurd asteng dike. Bi vî rengî dixwaze ku qirkirina siyasî û çandî pêşbixîne. Wek Jinên Kurd, em vê kiryara PDK'ê qebûl nakin û em ê bi têkoşîna xwe li beramberî nêzîkatiyên ku jinê diperçiqîne, dixîne bin zext û asteng dike, berteke hewce nîşan bidin. Divê tevahî jin li hember helwesta PDK'ê dengê xwe bilind bike."
(hs/rc)