Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs ji peyîwirê girtin

17:52

JINHA

SÊRT - Wezareta Karên Hundir, Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs û Endamê Meclîsa Şaredariyê Salîh Ozer ên ji ber beşdarî daxuyaniyan bûne, dozên derbareyê wan de wek hincet nîşan dan û bi vî awayî ew ji peywirê girtin.

Wezareta Karên Hundir Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs û Endamê Meclîsa Şaredariya Dihê ji peywirê girtin. 2 sal û mehek cezayê Eda bi hincetên "Endama rêxistin", "Propagandaya rêxistinê" û "Beşdarbûyîna civîn û meşên li hemberî zagonê" bo wê hatibû dayîn, her çiqas hîn li temyîzê ye jî ev biryara derbareyê wê de hat dayîn. Derbareyê Salîh jî de doza ku bi îdiaya "Beşdarî civîn û meşên li dijî zagonê bûye" hîn jî li Dadgeha Cezayê Giran a Dihê didome.

Walîtiya Sêrtê bo hilbijartina wekîlê serokê şaredariyê jî, heta 1'ê tîrmehê destûr da. Walîtî, xwest ku cihê civîna şaredariyê û saeta civînê jî bo qaymeqamtiyê bê ragihandin.

Herwiha Hevşaredarê Dihê Huseyîn Kiliç jî bi hinceta ku beşdarî îlankirina "rêveberiyên xwecihî" bûye hatibû girtin jî li girtîgeha malî tê girtin.

(zt)