Şervana BOG'ê Eylem Ataş li Minbicê jiyana xwe ji dest da

19:57

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Biryargeha Rojava ya BOG'ê bi daxuyaniyekî aşkera kir ku şervana wane bi navê Eylem Ataş (Cemre Heval) di hemleya bajarê Minbicê de jiyana xwe ji dest daye..

Biryargeha Rojava ya Hêzên Azadî yên Hevgirtî (BOG) diyar kir ku şervana wane bi navê Eylem Ataş (Cemre Heval) ya di operasyona "Şehîd Fermandar Ebû Faysal Leyla" de dih digirt di dema azadkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest daye. Agahiyên ku ji hêla BOG'ê ve li ser hesabên medyaya civakî hat parvekirin de ev tişt hat gotin: "Hevala me Eylem Ataş a di Tabûra Şehîd Mahîr Arpaçay ya girêdayî Hêzên Azadî yên Hevgirtî de cih digirt, dema bajarê Minbicê û derdora wê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij dikir, di 27'ê hezîrana 2016'an de li bakurê Minbicê gihişt şahdetê."

Şervana Hêzên Azadiya Jinan bû

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Ataş ji salên lîseyê heta niha di nava têkoşîna şoreşê de cih digire û ev tişt hatin gotin: "Hevrêya me Cemre bi ruhê enternasyonalîst li Rojava bû. Şoreşa Rojava wekî têkoşîna xwe ya cewherî digirt. Xeyala wê ya herî mezin şerê li hemberî faşîzma AKP-DAIŞ'ê bû. Hevrêya Cemre yek jî milîtana jin a Şoreşgera Komunar a Tirkiyeyê bû." BOG'ê herî dawî aşkera kir ew dê welatê xwe û herêma xwe ji faşîzmê paqij bikin.

(zt)