Ji Basan heya Şirnexê: pêdiviya me bi alîakriya dewletê nîne
09:05
JINHA
ŞIRNEX - Ji zivistanê heya niha welatiyên Basan derê xwe ji welatiyên Şirnexê yên ji ber polîtîkayên dewletê yên qirkirin û helandinê ji malên xwe derketine vekirine. Tehra Kaya ya ku pansiyona xwe ji welatiyên Şirnexê re vekirî got: "Pêdiviya me bi alîkariya dewletê nîne. Emê bi xwe birînên xwe bipêçin. Dê zarokên me aştiyê bîne vî welatî."
Di êrîşên qirkirina nijadî li Kurdistanê berdewam dikin de ser gel jî polîtîkaya koçberiyê didin ferzkirin. Li gel komkuji, talan û xirakirina bajaran jî welatî axa xwe naterikînin û li cihên nêz bicîh dibin. Welatiyên şirnexê jî li bajarokên derdora bajêr bicîh bûne. Basan despêkê deriyê xwe ji welatiyên Silopî, Cizîr û Hezexê re vekir, niha jî ji welatiyên Şirnexê re malavahiyê dikin.
Nêzî 300 malbatên ji Şirnexê hatine, li Basan bicîhbûne bi welatiyan re di nava şêwirmendiyê denin. Xwediyê pansyonan ji zivistanê heya niha li welatiyên Şirnexê xwedîderketin, hem madî hem manewî ji bo wan dibin alîkar û polîtîkaya dewletê valaderdixin.
'Emê bi hev re birînên xwe bipêçin'
Xwediyê Tehra Kaya destnîşan kir ku gelê Botanê hemû yeke û wiha domand: "Ez li Basan dimînim. Ji zivistanê heya niha ji ber qedexeyan welatî li vêderê bicîhbûne. Em ji bo malbatên ji Cizîr, Silopî û Şirnexê hatin bûn alîkar. Em xwişk û birane, bi her awayî emê alîkariya hev bikin. Di demsala zivistanê de malbatên Cizîrê hatin, dibin şertên giran de me wê pêvajoyê derbaskir. Mehek derbasnebû li Şirnexê jî qedexeyan despêkir. Gelê Şirnexê axa xwe neterikandin û hatin li vêderê bicîh bûn. Me jî pansyona xwe ya vêderê ji bo wan vekir. Li vêderê jiyana xwe derbasdikin. Gelek malbat qerebalixin û zoriyê dikişînin, lê cardin jî îdare dikin. Dewletê ti alîkarî nekir, em çaniyê nanê xwe bi hev re par dikin. Ji xwe em alîkariya dewletê jî naxwazin. Ya ji destê me tê emê bikin, lê malbatên qerebalix perîşan dibin. Ev axa me tevane, emê hemû bi hev re bibin alîkar û vê pêvajoyê jî derbasbikin."
'Dê zarokên me aştiyê bîne'
Tehra wiha berdewam kir: "Dê zarokên me aştiyê bîne. Ji zivistanê heya niha Botanê gelek zarokên xwe windakir. Emê herdem hewilbidin birînên xwe bi hev re bipêçin. Malbat gelek birîndarin, ji bo malên xwe yên hatîn xirakirin xemgîn nabin. Despêkê ciwanan jiyanak xwe jidest da. Em êdî naxwazin bila xwîn nerije. Em dibin şertên giran de zarokên xwe mezin dikin, bila zarokên me nemirin. Zarokên me li hember zilma dewletê şer kirin. Dê zarokên me aştiyê bîne vê axê. Weke gelê Botanê me rojên gelek zor derbaskir, emê bi hev re rojên xwe bibînin."
(zt)