Ji Licê û Pîranê jin: Em duh netirsiyan îro jî natirsin

09:06

Şehrîban Aslan/JINHA

AMED –Gelê Kurd ku 26 sal berê li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewletê berxwe dan, îro jî ji ber heman polîtîkayên tên meşandin dîsa berxwe didin. Jinên li Licê û Pîranê ku qedeya derketina kolanê lê hatiye îlan kirin û wek herêmên ewlehiya taybt hatine îlankirin, dijîn diyar kirin ku roj ne roja runiştinê ye, roja serhildanêye û dan zanîn ku duh ew netirsiyane, îro jî natirsin.

Di salên 90’î de li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê dihatin meşandin û di ser de 26 sal derbas bû, hîna berdewam dikin. Navçeyên Licê, Karaz, Hênê, Pîran, Hezro û bejahiyên din wek ‘herêmên ewlehiya taybet’, ‘qedexeya derketina kolanê’ hatin îlan kirin. Pitşî vê jî şewatên daristanan dest pê kir. Ketin û têketinên navçeyan hatin qedexekirin û destu nayê dayîn ku agir bê temirandin.Jinên di salên 90’î de li Licê û Pîranê jiyan, diyar kirin ku ji berê de ev polîtîka tên pêkanîn lê ti fêde nake.

‘Em natirsin’

Lamîa Dolan ya li Licê dijî got: “Em ji kesî natirsin. Em ne bi qedexeyê, ne bi mirinê û ne jî bi koçberiyê diqedin. Çawa ku berê em ji gund derketin û dîsa vegeriyan wê îro jî heman tişt bibe. Em ji tiştekî natirsin. Em li pey zarokên xwe yên ku têkoşînê dimeşînene. Em têkoşîna wan berdewam dikin.Em her tim hene. Em bi mirin, koçberî û qedexeyê naqedin. Bila Erdogan bizane ku zarokên me yên herî biçûk dema nû dest bi axaftinê dike dibêje ‘Bijî serok Apo’. Bila qedexeyên xwe rake. Ji xwe em qedexeyan nas nakin. Çiqas qedexe hebin jî em natirsin. Binêrin niha qedexe heye em dîsa karê xwe dikin. Ne qedexe tiştek me asteng nake.”

‘Em dizanin wê qezenc bikin’

Lamîayê bi lêv kir ku dewlet çiqas bi ser wan de biçe bila biçe ew xurt dibin û got: “Çiqas bavêjin zindanan em evqas xurt dibin. Ez li vir bang hevala Karayilan dikim. Bila wê qesrê li serê wan xera bikin. Ew çawa malên me wêran û talan dikin bila li serê wî jî xera bikin. Em moralê xwe xera nakin. Ji ber ku em qezenc dikin. Erdogan digot wê me bi du kuruşan bixapîne. Xwe padîşah îlan kiribû. Digot ezê bibim serokê Kurdan. Hem me bikuje û hem jî bibe serokê me.”

‘Dema serhildanê hatiye’

Lamîayê di berdewamiyê de wiha got: “Kurd ti car naqedin û ev têkoşîn wê qezenc bike. Em bi ser dikevin. Em qedexeyên wan guhdar nakin. Ez bang li hemû Kurdan bi taybet jî bang li jinan dikim. Îro ne roja runiştinê ye. Dema serhildanê hatiye. Heta em hebin em di şopa Serok Apo û gerîlayên xwe dene.”

‘Dewletê hevjînê min qetil kir’

Li aliyê din jî li Pîranê lig elek cihan herêmên ewlehiya taybet hat îlan kirin. Li gundê Elosekê ya Pîranê gundiyan gotin tiştên di salên 90’î de jiyane niha jî dijîn. M.Y ku nexwes navê wê aşkera bê dayîn got di salên 90’î de li gund dijiya û hevjînê wê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetilkirin û got: “Hevjînê min 20 sal berê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Her roj ez ji malê digirim û dibirim lêpirsînê. Her sibeh gundî li qadê berhev dikirin. Heta nîvê şevê didan sekinandin.”

‘Em gundê xwe terk nakin’

M.Y axaftina xwe wiha berdewam kir: “Leşkeran em dibirin dibistana gund. Bi ço li dest û neynûkên me dixistin. Tiyê min girtin û birin Amedê. Dabûn ceyranê. Piştî fêm kirin tiştek nekiriye berdan. Lê nîha jî bi nexweşiyan re rû bir û ye. Piştre em ji gund derktein. Em dîsa vegeriyan. Îro dixwazin heman tiştî bikin. Lê em gund û malên xwe terk nakin.

(hu)