Tevahî jin Zîlanê weke xwedewanda xwe dibîn in
09:08
JINHA
QAMIŞLO- Di 20. salvegera çalakiya fedayî ya Zeynep Kinacî (Zîlan) de li Rojavayê Kurdistanê ji tevahiya beşên civakê jinan nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ew di rêya Zîlan de têkoşîna xwe xurtir dikin.
Di 30'ê Hezîrana 1996'an de jina kurd a ji Meletiyê ya bi navê Zîlan (Zeynep Kinaci) li Dersîmê çalakiya fedaî pêkanîbû, îsal 20. salvegera çalakiya wê ye. Zeynep Kinaci li dijî êrîşên şerê taybet yên ji sala 1991'ê ve hatin kirin ew çalakiya fedaî û liberxwedanê pêkanîbû. Bi taybetî li hember êrîşa suîqestê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 6'ê Gulana sala 1996'an de li Şamê mînîbûsekê hatibû teqandin, bi mebesta tolgirtina wê êrîşê çalakiya xwe lidar xistibû. Tevgerên jinan ên ku bi rûhê Zîlanê xwe afrandine li her qadê bi boneya 20. salvegera Zîlanê çalakiya xwe pêk tînin. Me ji beşên cuda ên civakê ji her sê Kantonên Rojava nêrînên jinan têkîldarê wateya çalakiya Zîlanê wergirt.
'Zîlan bû dengê heqîqeta jina Kurd'
Hevseroka TEV-DEM'ê ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî malbata kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane silav kir û wiha axivî, "Ez malbata şehîd Zîlan silav dikim ku keçek wek Zîlan mezin kirin. Şehîd Zîlan bi felsefeya Rêber Apo xwe pêş xist. Rêber Apo, xebat û hebûna jinê fêm kir. Xwest jin xwe di nav têkoşînê de nas bike. Çalakiya Zîlanê heya roja îro deng vedaye. Yên nexwestin jinê fêm bikin, guhên xwe girtin û dengê Zîlanê nebihîstin. Lê ji bo jina Kurd çalakiya Şehîd Zîlan hişt ku rastiya jinê were fêmkirin. Çalakiya Zîlanê pêk aniye ji bo mirovahî û demokrasiyê teqîna azadiyê bû. Rê vekir ku jina Kurd deng vede. Ji bo jin li ser mafên xwe bisekine, xwe û hêza xwe pêşbixîne çalakiyeke bi wate ye. Rêber Apo çalakiyên fedayî di cih de nabîne, lê çalakiya Şehîd Zîlan cesareta jina Kurd nîşan da. Hevala Zîlan jî bû dengê vê rastiyê."
'Xeyalên Zîlanê pêk tên'
Eyşe destnîşan kir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi saya jinên têkoşer pêşketiye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Di şoreşê de dayîk li benda keça xwe nesekinî. Xwîşk li benda xwîşka xwe nema. Kes li benda kesê nema. Niha jin di nav hêzên parastinê de cih digirin. Em dengvedana felsefeya Rêber Apo di mijara jinê de li vir dibînin. Artêşa jinê ava bûye. Xewn û xeyalên Zîlanê pêk tên. Li Rojava xeyalên Zîlan, Bêrîtan, Şîlan û Sakîne pêk tên. YPJ'ê şervanên van hevalan in. Ew parastina gelê xwe û jinê dikin. Dikare were gotin Arîn Mîrkan parçeyek ji bombeya Şehîd Zîlan e. Her kes di nav YPJ, HPC-JIN de pareçeyek ji çalakiya Zîlanê ne. Hevalên jin li Kobanê li beramberî tankan sekinînin û û di çeperan de heya guleyê xwe yê dawî berxwedan. Ev jî dewama çalakiya Zîlan bû. Bi sedan Zîlan çêbû. Êdî tirsa me jinan ji tu hêzî nemaye."
'Vala derxistina tecrîdê bersiv ji xeta Zîlanê re ye'
Şervana YPJ'ê Rozerîn Azadî ya li eniya Şedadê têkîldarê çalakiya Zîlanê wiha got, "Çalakiya Şehîd Zîlan ji bo me sedemê têkoşîne ye. Em şopdara xeta azadiyê ne. Hevala Zîlan xeta azadiyê bi me da naskirin. Herî zêde jî wek jinekê em ê çawa xwe li ser lingên bigrin, em çawa bikaribin bi vîn û têkoşîna xwe bijîn, ev yek hînê me kir. Hevala Zîlan, Bêrîtan, Sema, Sara û bi hezaran têkoşerên jin ên Kurd di di sekna xwe de diyar kirin ku êdî jin ne wek berê ye. Jin hîna zêdetir dikare bi hêza xwe bijî. Her wiha dikarin bi vê vîna mezin, gavên mezin jî biavêjin. Wek şervanên YPJ'ê em xwe li ser mîrateyê felsefe û têkoşîna Zîlan ê avadkin. Zîlan bi çalakiya xwe yê fedaî komployê li hember Rêber Apo vala derxist. Em jî wek şervanên YPJ'ê bi hêza ku ji çalakiya Zîlanê digrin di çeperên şer de têdikoşin." Rozerînê balkişand ser tecrîda girankirî û wiha domand, "Serok Apo xeta azadiyê nîşanê me da. Bi hêza ku me ji dîroka xwe û ji Rêber Apo girtiye, em ê tecrîta li ser Rêberê Apo bi têkoşîna xwe vale derxin. Bi têkoşîna xwe em ê komplo vala derbixin. Bi vala derxistina tecrîdê em dikarin bibin bersiv ji çalakiya Zîlanê re. Em soza bilind kirina têkoşînê didin."
Şervana YPJ'ê Viyan Peyman jî ji bo bîranîna Zeyneb Kinacî wiha got, "Heval Zîlan ji bo me xeta azadiyê ye. Li beramberî tecrîta li ser Rêber Apo pêk tê, em ê li ser şopa hevala Zîlan bimeşin. Em ê li ser xeta hevala Zîlan têkoşîna xwe bilind bikin."
'Tovê ku Zîlanê çandibû di nav netewan de şîn dibe'
Hevseroka Meclîsa Girkê Legê anî ziman ku Zîlan sembola têkoşîna azadiyê ye û wiha berdewam kir, "Çalakiya Zîlanê bû sedema ku jin hêz û vîna xwe bêhtir bibînin. Bi têkoşîna xwe re di nav civakê de cih girt. Dewleta Tirkiyê li beramberê Rêber Apo li Şamê êrîşek kir û hevala Zîlan li hember êrîşên ser Rêber Apo bi çalakiyeke mezin bersiv da. Zîlan bi çalakiya xwe nîşan da ku jin yekser dikare nêrîn û helwesta xwe nîşan bide. Vê çalakiyê hişt ku ruhê têkoşînê ne tenê di jinên Kurd de, di jinên Ereb de jî pêşbikeve. Jinên Ereb ji hemû mafên xwe bêpar mabûn. Îro herî zêde li dijî jinê êrîş têne kirin. Ev bi destên çeteyan û AKP'ê tê kirin. Niha bi sedan jinên Ereb di nava Asayîş û YPJ, HPC-JIN de cih digrin. Ev jî nîşan dide tovê ku Zîlanê çandibû li Rojava di nav gel û netewan de şîn tê."
'Di rojên bîranîna Şehîd Zîlan de pêngava azadiya Bakûrê Sûriyê pêk tê'
Rêveberiya Çand û Huner ya Navenda Xabûr a bajarê Hesekê Zozan Selîm jî anî ziman ku ew di kesayeta Zeynep Kinacî de ew tevahî jinên têkoşer bi bîr tîne û wiha domand, "Çalakiya Zîlan çalakiyeke lehengi ye. Divê em di bin fermandariya hevala Zîlan de di şopa jina azad de bimeşin. Di her mehekê de têkoşereke jin ya qehreman şehîd bûye û hevala Zîlan di meha Hezîranê de ji koletiya hezar salî re got na. Şehîd Zîlan pêşenga jina azad e. Niha li Bakûrê Sûriyê û Rojava jinên Ereb jî li ser xeta jina azad têkoşînê didin. Di rojên bîranîna Şehîd Zîlan de pêngava azadiya Bakûrê Sûriyê pêk tê."
Rêvebera Asayişa Jinê ya Kantona Efrînê Nûrşan Berekta jî wiha got, "Hevala Zîlan rêya azadiyê, rengê jiyana azad û jina azad nîşanî me daye. Gaveke pir mezin avêtiye. Em li ser rêya şehîd Zîlan kar dikin. Jinên Kurd bi armanc têdikoşin. Hedefa me azadî ye. Hevala Zîlan jina azad nîşanî tevahiya cîhanê kir û ev rêya me ye jî."
Rêvebera Hêza Parastina Cewherî ya Kantonê Efrînê Emîne Fayin jî Zeynep Kinacî bi bîr anî û wiha got "Em her sal hevala Zîlan bi bîr tînin. Em wek Hêza Parastina Civakî ya jinê li ser rê û xeta hevala Zîlan û şehîdên jin dimeşin. Hevala Zîlan rêya azadiyê nîşanî me daye û em ê vê rêyê heya serkeftin û azadiya jinê bidomîn in."
(kom/rc)