Kenên 33 rêwiyên xeyalan ji nûve bilind dibe

09:09

JINHA

ÎZMÎR-Yekemîn salvegere komkujiya Pirsûsê nêz dibe û kampanyaya edeletê yaji aliyê rêxistinên ciwanan ve hatibû destpêkirin didome. Jinên ciwan yên kampanyayê dimeşînin hedef dikin ku kenên 33 rêwiyên xeyalê ji nûve bilind bikin.

Ciwanên Sosyalîst yên bi armanca beşdarî jinûve avakirina Kobanê bibin û ji zarokên wan re pêlîstokan bibin di 20’ê Tîrmehê de li Pirsûsê hatin cem hev û rastî êrîşa bombeya zindî ya DAIŞ’ê hatin, 33 ciwanî jiyana xwe ji dest dabû. Di ser qetilkirina ciwanan de salek derbas bû. Kampanyaya ‘Ji bo Pirsûsê edelet ji bo her kesî edelet’ bi hemû lezgîniya xwe berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de mîlyonek îmze tên hedefkirin û nûnerên rêxistinên ciwanan têkildarî kampanyayê de ji JINHA’yê re axivîn.

‘Mirovên hêvî dibirin qetil kirin’

Endama SGDF’ê Gozde Sîvaslioglu bibîr xist ku salek berê ji bo ku ji Kobanê re bibin hêvî derketine rê û got: “Mirovên hêvî dibirin, ji zarokan re pêlîstok dibin qetil kirin. Ev komkujî li dijî ciwanan bû. Di pêvajoya piştî 7’ê Hezîranê pêş ket de li Amed, Enqere û Pirsûsê komkujî pêk hatin û em ketin pêvajoya şerekî.”

‘Emê bi hev re têkoşîna xwe ya edeletê bilind bikin’

Gozdeyê têkildarî kampanyaya ‘Ji bo Pirsûsê Edelet ji bo her kesî edelet’ agahî da û wiha pê de çû: “Beriya salvegera komkujiyê me kampanyaya ‘Ji bo Pirsûsê edelet, ji bo Hurşît Kulter edelet, ji bo Berkîn Elvan edelet’ da destpêkirin. Di çarçoveya vê de em li Tirkiye û Kurdistanê mîlyonek îmze hedef dikin. Bertekên ji bo kampanyayê başin. Em ji bo 33 hevalên xwe plan dikin ku 33 çalakiyî pêk bînin. Me ji bo Berkîn Elman li Stenbolê, ji bo komkujiya 10’ê cotmehê li Enqerey û ji bo Azra ya LGBT’î jî li Îzmîrê çalakîpêk anî. Emê 33 çalakiyên wek vê pêk bînin. Di 16’ê Tîrmehê de li Stenbolê Şeva me ya Edeletê heye. Di 20’ê Tîrmehê de wê li Pirsûs, Kobanê û Cizîrê hedet daxuyaniyan bidin.”

‘Yên hatin qetilkirin di bîranînên me de dijîn’

Endama Hêzên Şoreşger a Ciwanan ku piştgiriyê didin kampanyayê Ecem Selem jî got: “Me daxwaz kir ku veşariya li ser dosyaya Pirsûsê bê rakirin. Komkujiyên tên kirin polîtîkin. Em dizanin ku bi destê dewletê tê kirin. Her wiha Azîz Guler yê li Kobanê şehîd ket pêşengê ciwanan bû. girîngiya kesên li wir şehîd ketin ji bo me mezine. Azîz û yê li Pirsûsê hatin qetilkirin di nav me de dijîn. Emê di rêya wan de têkoşîna xwe bilind bikin. Em bang li ciwanan dikin ku bibin yek û hesab bipirsin.”

Ji Kolektîfa Xwendekaran Emîne Akbaba jî got dema wan 33 hevalên xwe winda kirine fêm kirine ku ev destpêka şer e û got bi komkujiya Pirsûsê re hemû ciwan ketine bin zextan û wiha got: “Ji ber vê jî hesabpirsîna Pirsîna Pirsûsê tê wateya ku ciwan li nayên têkbirin. Ji bo em kenê Polen, Buşra û Ezgiyê bilind bikin û xeyalên wan nîvco nemîne em ji bo Pirsûsê edeletê dixwazin. Divê hemû xwişkên me ji bo Pirsûsê bêjin edelet.”

‘Wê hesab bipirsin’

Ji meclîsa Ciwanan a HDK’ê Ozlem Nazli Abaci jî got têkoşîna yekbûna gelan pêk neyê wê şer bi dawî nebe û got komkujiya Pirsûsê li dijî hemû ciwanan bû. Ozlemê bang li hemû ciwanan kir ku têkoşînê bilind bikin.

(hu)