Jinên Esnaf bertek nîşanî tayina qayyûmê dan
09:17
JINHA
WAN- Jinên esnaf ên Wanê bertek nîşanî tayına qayyûmê dan û diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê dixwaze bi rêya qeyyûmê şaredariyên DBP'ê desteser bike û gotin ew ê xwedî li vîna xwe derên.
Li Wanê hember biryara tayina qayyûma bertek her ku diçe zêde dibe. Jinên Esnaf ên Wanê diyar kirin ku ew şaredarî bi vîn û kedê wan hatî avakirin. Jinan anî ziman ku gel dê xwedî li şaredariya xwe derê û gotin şaredarî bi vîna azad hatî hilbijartin. Esnafa bi navê Hanîfe Guzel diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got, "Em ê destûrê nedin ku dewletê qeyyûmê bîne ser şaredariyên me. Em qeyûma qebûl nakin. Em şaredariya ku hikumeta AKP'ê serokatî dike naxwazin. Me derewa AKP'ê jî dît. Hemû tiştên wan yên kiri jî li ber çavane. Malên gel ê xwe dizîn û tiştek din nekirin."
'Em ê li hemberî qeyyûmê ber xwe bidin'
Hanîfe diyar kir ku bi salane Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li destê kurdan de ye û wiha domand, "Heya niha yê nehatî gihortin rastiya HDP'ê ye. Hikûmeta AKP'ê jî ev tu caran fahmnekir. Di Kurdistanê de jinên şoreşger û yên berxwedidin hene. Em jin tu caran destûr nadin qeyyûman. Hikûmeta AKP'ê da ku bertek li hember qeyûman zêde nebe her tim rojevê bi mijarên cuda diguhere. Jinên Kurdistanê bi qeyyûma wan têknaçe. Wek jin ne tenê li Kurdistanê li cihên din jî em tayina qayyîmê napejrînin."
'Şaredariyên DBP'ê polîtîkayên zelal dişopînin'
Esnafa bi navê Zerîfe Yobaş jî wiha got, "Şaredarî bi vîna gel hat avakirin. Tayin kirina qeyûman li hember vîna gele. Vîna Gel tune tê hesibandin. Ev tayina qeyyûman ji bo vîna gel heqarete. Gel dê tayîna qayyûma nepejrîne û bersiv bide. Şaredariya ku min bi vîna xwe hilbijartî heya deriyê mala min hat û riyên min çêkir. Pêdiviyê xizanan pêşwazî dike. Mafê hevpar dide jinan û vîna jin nasdike. Şaredariya me pirsgirêkên min çareser dike. Şaredariyek zilale."
'Dewlet bi qeyyûma êrîşê vîna gel dike'
Fatma Altuntaş jî li ser polîtîkayê hikûmeta AKP'ê axivî û got: "AKP serkeftinên Kurdan û şaredariyên me qebûl nake. Eger dewlet vîna min tune bike ez jî wî qebûl nakim. Dewlet vîna gel ê kurd tune dike. Em jî destûr nadin. Hikûmeta AKP'ê di hilbijartinan de têkçû û bi bahaneyên qeyyûmê de nelirêtîyê bike. Lê em hemû gel dê ber xwe bidin û destûr nadin tayina qeyyûman."
(hk/rc)