Cengîzê ku destê xwe wenda kirî bi çêkirina bombê hat sucdarkirin!

09:39

JINHA.

COLEMÊRG - Li taxa Yeşîldere ya Geverê di 16 hezîranê de teqînek pêk hat. Zarokê bi navê Cengîz Demîr teqînê debirîndar bû û dû tilîyê destê çepê hat jêkirin. Cengîz got: "Polîsan teqîna bombê kir suçê min."

Li taxa Yeşîldere ya navçeya berxwedêr a Geverê ya Colemêrgê di 16’ê hezîranê de zarokê bi navê Cengîz Demîr ê bi teqemeniya hêzên dewletê birîndar bû 2 tiliyên wî jê bûn. Her wiha tenê tiliyên Cengîz jê nebûn ji ber teqînê gelek cihên laşên wî jî birîndar bûn. Cengiz li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê demekî hat dermankirin piştre sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê hat kirin. Piştî tedawiya 2 hefteyan a li nexweşxaneya Wanê rewşa Cengîz ber bi başiyê ve diçe.

'Polîsan bi taqîna bombê min sûcdar kirin'

Cengîz wiha qala roja teqînê kir, "Ez di nav xirabeyan da bûm. Min pêşiyê ew bombe meraq kir lê min nedizanî bombeye. Pêşiyê min piyê xwe lê da. Piştî wê min kir destê xwe de û teqîn çêbû. Ez rakirim nexweşxaneyê. Dema ku ez rakirim nexweşxanê polîsan min sûcdar kirin û gotin 'te bombe bi destê xwe çêkiriye û di nav destê te de teqiye.' Ji min bawer nedikirin. Polîsan bi teqîna bombê min sûcdar kirin. Ez ê niha çi bikim nizanim. Dû tilîyê min jêkirin. Wek din jî ez nizanim ka dê birînên min kengî baş bibin. Bila zarokên Geverî jî dest nedin tiştên balkêş. Ji ber teqemeniyê 2 tiliyên min qût bûn.”

'Bila bên bombeyên xwe tespît bikin û rakin'

Bavê Cengîz, Cesîm Demîr jî bertekên xwe ji bo bombeyên qadan danîne anî ziman û wiha got, "Li Geverê di qadan de zarokên me lîstikên xwe dilîzin. Zarokên me li derdoran hene. Bila bên bombayên xwe tespît bikin û derdorên me rakin. Niha jî ber wan bombeyan zarokê min birîndar bû û tu tilîyê wî hatin jêkirin. Em vî qebûl nakin. Em êdî naxwazin zarokên me bên kuştin."

(kom/rc)