Rojên hûnerê berdewam e
09:43
JINHA
AMED - Bernameya dawiya salê ya rojên hûnerê li Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran û Akademiya Cegerxwîn di roja ewilî de bi eleqeyeke mezin dest pê kir.
Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn bernameya dawiya salê bi pêşengeha wêneyan û govenda herêmî ji alî gel ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazî kirin. Di vekirina bernameya roja ewilî de Gerînendehiya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin Cevahîr Sadak, Gerînedehê Çand û Hûnerê yê Şaredariya Peyasê Suleyman Beştaş û gelek hemwelatî amade bûn. Di serî de li Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran û Akademiya Cegerxwîn qursiyerên ku qurs didîtin pêşengeha wêneyan ya bi navê "hîn bêhtir aştî û mirina zarokan" vekirin. Piştî pêşangehê govenda herêmî ya herêmên cihê derket ser dîkê. Bername di 30 pûşperê de bi pêşandanên fînalê re wê bi dawî bibe.
(rc)