Kerime Kulter: Ji bo kurê min deng derxin

09:49

JINHA

ŞIRNEX - Ji Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê hate binçavkirin 35 rojin agahî nayê girtin. Dayika Hurşît Kerime Kulter got: "Ez êdî dixwazim kurê xwe bibînim li kuye derxin. Bila kurê min windanekin û qetilnekin. Ez zaroka xwe dixwazim. Van welat vegerandin salên 90'an. Ger em naxwazin vegerin wan salan, wêdemê her kes ji bo Hurşît deng derxin."

Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê hate binçavkirin lê der barê aqûbeta wî de tu agahî nayê dayîn 35 roj in ligel serlêdanên malbatê û çalakiyên raya giştî agahî tuneye. Dayika Hurşît Kulter, Kerîme Kulter diyar kir ku ev mehe ku derbas bû ji bo wan kabos bû û ew ê kesên ku bû sedema vê yekê tu caran efû neke.

Kerîme got ku hemû kesên ku zarokên wan hene divê wê fêm bikin û wiha axivî: "Ma zarokê serokomar tuneye? Bila xwe bike şûna min. Heke ev êşa bi wî bihata jiyankirin dê çi bikira? Serokomar li kolanan digot êdî mirov ê nebin qurbanê kuştinên kiryar nediyar. Ma ka sozên ku da?" Kerîme anî ziman ku hêviyên xwe winda nake û dê heta dawî li kurê xwe bigere û xwest hemû dayik pirsa "Hurşît Kulter li kû ye" bikin.

Kerîme aqubeta Hurşît pirsî û wiha domand: "Ev 35 rojin kurê min windaye, me li gelek deveran pirsî lê diyar kirin ku nedîtine. Despêkê dan zanîn ku wan girtiye binçavan, paşê jî înkar dikin. Ez êdî dixwazim kurê xwe bibînim, li kuye derxin. Ez zaroka xwe dixwazim. Ev dixwazin welat ber bi salên 90'an ve bibin. Ger em naxwazin welat vegere salên 90'an wêdemê divê her kes di aliyê xwe de deng derxîne."

'Hurşît ne kurê min tenê yê hemû Kurdistanê ye'

Kerîme destnîşan kir ku bi qedexeya derketina kolanan re Hurşît nexwest mala xwe biterikîne, ew li malê ma û wiha ber dom kir: "Em ji Şirnexê derketin lê em li Hurşît digeriyan rewşa wî başbû. Piştî ku girtin binçavan êdî me agahî jênegirt. Heya îro her tim me aştî xwest, me nexwest ne dayikên kurdan ne jî yên tirkan bigirîn."

Kerîme bilêv kir ku bila her kes ji bo aştî û aramiyê dest bidin hev û got: "Me xwest em bibin yek û aştiyê bînin. Bese windakirin û qetilkirina ciwanên me. Ev dijminî êdî bese. Divê em desturê nedin qetilkirina Hurşît. Divê her kes ya ji destê wan tê bikin, windakirina Hurşît windakirina gelane. Hurşît tenê ne kurdê mine ew kurê hemû Kurdistanê ye."

(zt)