'Emê tecrîdê bi berxwedana gel û jinan bişikînin’

09:52

Beritan Canozer / JINHA

AMED – Endama DBP MYK’ê Semra Demîr têkildarî tecrîda li Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û got tecrîd darbeyek li gelê Kurd û bi taybet jî li dijî têkoşîna azadiya jinaye. Semrayê got: “Emê tecrîdê bi berxwedana gel û jinan bişikînin.”

Lîderêd PKK’ê Abdullah Ocalan ku li hemû cîhanê navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd tê dîtin, di 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi parêzerên xwe re nekare hevdîtinê bike. Ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha jî bi malbat û heyeta îmraliyê re hevdîtin çênebin û tecrîda giran li ser Abdullah Ocalan pêk tê. Piştî demeke dirêj şûnde heyeta CPT bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Lê têkildarî naverokê de tiştek negot. Ligel vê êrîşên li ser bajar û navçeyên Kurdistanê didomin. Ev êrîş ji tecrîda li ser Ocalan ne serbixwe ye. Endama DBP MYK’ê Semra Demîr got tecrîdê wê bi berxweda gel û jinan bişikînin.

‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya hemû gelane’

Semrayê bi lêv kir ku Abdullah Ocalan ji ber xizmetê ji berjewendiyên desthilatdariyê re nake û lîstikên wan xera dike niha di bin tecrîdê de ye û got: “Dema rêberê gelekî bê tecrîdkirin û ew gel jî tê tecrîdkirin. Li welatên din pirtûkên birêz Ocalan wek pirtûkên dersê tên bikaranîn. Lê li Tirkiyeyê tên qedexekirin û berhevkirin. Girtina rêberê gelekî ku gelek girîngiyê dide jinan û azadiya wê diparêze, nekare bê qebûlkirin. Em wek gel û jinan vê nekarin qebûl bikin: Azadiya Birêz Ocalan destpêkê ya jinan û piştre jî ya hemû gelane.”

‘Qadên berxwedanê zêdetir mezin bû’

Semrayê destnîşan kir ti kes nekare bi Ocalan re hevdîtinê bike û got têkildarî tenduristiya wî de ti agahî tineye û wiha got: “Tevî hemû hewldanan hevdîtin nayên kirin. Her kes baş dizane ku aştî bê bi Ocalan tê. Çareserî li Îmraliyê ye. Ger hevdîtin destpê bikin, wê bê fêmkirin ku vî şerî kî amade dike û dide dest pêkirin. Ji serî de her tişt plankirî bû. destpêkê hevdîtinên bi Ocalan re birîn û piştre berxwe dan gel. Ocalan ji daxwazên gel re bû bersiv û gel jî Ocalan û îdeolojiya wî li xwe pêça. Ji ber vê zîhniyeta netewe-dewlet ket fikaran.”

‘Ocalan ti car teslîm nebû’

Semrayê di berdewamiyê de got Ocalan azadiya hemû jinan û hemû gelan esas digire û got: “Di vê pêvajoya ku tê tinekirin, asîmîlekirin û çewisandin de Ocalan bû rizgariya gelan. Ev romana bi PKK’ê dest pê kir û îro bi PKK’ê didome. Gel hêza xwe ji PKK û Ocalan digire. Ji ber vê ye ku hîna berxwe dide û teslîm nabe.”

Semayê bi lêv kir ku yekem care tecrîd wisa dirêj berdewam dike û got divê ev tecrîd vala bê derxistin û got ew wek jin divê li her qadê îdeolojiya Ocalan bidin jiyandin û xwedî li Ocalan û têkoşîna azadiya jinan derketin.”

(hu)