Keda Saniye ya 27 salan hat şewîtandin
10:00
JINHA
COLEMÊRG - Saniye Bîngol ji ber şer û qedexeya derketina kolanan ji Geverê koç kir, piştî rakirina qedexeyê cardin vegeriya warê xwe. Saniya ku makîneya hîriyê wek çavkaniya debariyê bi kar dianî dewletê makînaya keda destê wê bi avahiyê wê re şewitandine. Saniya destnîşan kir ku dewlet hemû cihê wan û çavkaniyên debariya wan bi şewîtine jî ew dev ji têkoşina xwe bernadin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê welatiyan li hemberî êrîşên giran berxwedanek dîrokî dan meşandin. Welatiyên Geverê bi zorê ji taxên û malên wan hatin derxistin û koçî bajarên derbor hatin kirin. Geveriyên ku piştî rakirina qedexeyê cardin vegeriyan taxên xwe rastî şewat û hilweşandina mal û avahiyan hatin. Bi şewtandina avahiyan re gelek mal, milk û keda şêniyên Geverê jî hate tunekirin. Saniye Bîngol (45) ku 6 zarokên wê hene bi ev 27 sal e bi keda destê xwe debara malbata xwe dike. Saniye li taxa Cumhuriyetê ku şer herî dijwar lê hate jiyandin de kargeha xwe û çavkaniya debariya xwe winda kir. Saniye diyar kir ku wê salên xwe da kargeh û makîneya hiriyê, Saniye bilêv kir ku keda 27 salan hat şewitandin û kargeh pêşeroja zarokên wê bû ye.
'Ew hemû tiştên me bişewîtinin jî em ê cardin ava bikin'
Saniye wek hemû jinan ji bo çavbernede destê mêr bi destê xwe xwe û zarokên xwe xwedî dikir. Saniye wiha bahsa zor û zexmetiyên jiyana xwe kir: "Ez bi salan e zarokên xwe bi keda destê xwe xwedî dikim û desturê nadim ku zarokên min ji zarokên din kêmtir be.Bi salan bû min bi destê xwe lihêf çêdikirin. Piştî 27 salan min ji xwera makîna sitand. Min sê lihêf çêkir û qedexeya derketina kolanan çê bû em bi zorê ji mal û taxên xwe hatin derxistin. Dema ku em hatin avahiyên min kargeha min tev hilweşandibûn û şewitandibûm. Makîna min jî hemû şewitandibûn. Ez gelek xemgînbûm. Lê bila nebêjin ku em têk çûyine. Ew hemû tiştên me bişewîtinin jî em ê çardin ava bikin."
'Keda min a salan hat şewitandin'
Saniye destnîşan kir ku ew bi zarokê xwe re bi şev û roj bixwebite û cardin karê bide dest pê kirin. Saniyê da zanin ku ne tenê makîneya wê gelek lihêf û makîneya dirûnê jî şewitandine, keda min a salan hat şewitandin.
(kom/ho)