'Her diçe ser girtiyên jin sirgun û sewq zêde dibin'

10:18

JINHA

ENQERE - Di konsepta şerê topyekun dewletê li hemberî gelan dayi despêkirin de, her diçe bêmadî û êrîş ser girtiyên şoreşger û welatparêz jî zêde dibin. Li gel şerê li Kurdistanê mezin dibe, taybetî ser girtiyên jinên siyasî sirgun û sewq zêdedibin."

Li gorî agahiyên Wezîrê Dadê di derbarê Ceza û Mudurê Giştiyê Malên Tevkifê ji 30'ê mijdara sala 2015'an heya niha jimara girtî û binçavkirinan gihiştiye 176 hezar û 116 kesî. Ji girtiyan 167 hezar û 438 mêr, 6 hezar û 376 jin, 2 hezar û 302 jî zarokên temenê wan dibin 18 saliyê den in. Di sala 2005'an de li Tirkiyê jimara girtiyan 55 hezar û 870 kesbûn. Di mijdara sala 2015'an de ev jimar hilket 3 qatan û bi qasî 176 hezar û 116 zêdebûn.

Qapasiteya girtîgehan bi qasî 167 hezar û 620 kesane, lê girtî û hikumxwarî bi giştî jimara wan 176 hezar û 116 ne. Bi ser qapasîteya girtîgehan re 8 hezar û 496 girtî hene.

'Taybetî ser girtiyên jin sirgun û sewq zêdebûne'

Di girtîgehên lingek ê êrîşên dewletê ye de di demên dawî de ser girtiyên jin sirgun û sewq zêdebûne. Parêzera Buroya Hiquqa Gel û Komeleya Hiquqnasên Hemdem Ayşegul Çagatay girêdayî mijarê ji JINHA yê re nirxandin kir.

'Ji derveyî pirtûka ji bo kovar û rojnameyan jî qedexe danîne’

Ayşegul da zanîn ku ji derve çawan tindî zêde dibin bi heman şêweyî li girktîgehan jî zêde dibin û wiha domand: "Bi van tindiyan genelgeyek anîne, di navê de pirtûk jî bi sînor kirine. Ji derveyî pirtûkan ji bo rojname û kovanan jî qedexe danîne. Di hevdîtinan de lêgera tazî dikin. Di çuyîna nexweşxane û dadgehan de lêgera zirav dikin. Kelepçe terz li destê wan dixin. Lê girtî vê na pejirînin, ji bo wê jî girtiyên bi mehanin li gel nexweşin jî naçin nexweşxanê hene."

'Êrîşî panoyan jî dikin'

Ayşegul bilêv kir ku di girtîgehan de êrîşî panoyên girtiyan jî dikin û wiha berdewam kir: "Nahêlin tiştekê li panoyan bixin. Didin diyarkirin ku bi nivîs û wêneyên li panoyan dixin propagandaya rêxistinê dikin. Ji xwe li wê çend girtî hene, dê kî propagandaya kê bike. Girtiyan li hemberî van kirinan rêbaz pêşxistine."

'Dixwaze kesîmên serhildêr bitepisîne'

Ayşegul diyar kir ku dewlet bi van polîtîkayên tindî û helandinê dixwaze girtiyan teslîm bigire û wiha pêde çu: "Ji xwe dewlet ya kê ye li holêye. Dewlet ne ya gel, ya kesîmê sermayedar û çînekêye. Dema ku rewş wiha be gel nerihet dibe. Dewlet qirîz derbas dike. Dixwaze kesîmê serî radike bitepisîne. Ji bo wê jî her çendî berê nerm nêzbibe jî her diçe hişk dibe. Girtîgeh jî pareçyek ji vê ye. Dixwazin ser qirîzan bigirin. Di girtîgehan de dixwaze mirovan ji ramanên wan durbexe."

'Dixwazin bi sirgun û sewqan han bihelîne'

Ayşegul da zanîn ku di demên dawî de ser girtiyên jin polîtîkaya sirgun û sewqê zêdekirine û wiha domand: "Dixwazin duzena girtiyan nehêlin û wan ne aram bikin. Malbatên girtiyan nekarin biçin bajarên dur, dema diçin jî gelek zoriyan dibînin. Malbat di aliyê madî de jî dikevin zorê."

(zt)