Madeya radyoaktîf gelê Gazîemîrê jehrî dike
10:20
JINHA
ÎZMÎR - Li navçeya Gazîemîrê li taxa Aydinê û derdora wê, tê îdia kirin ku bi hezaran malbatên li wir dijîn, ji ber madeyên radyoaktîf yên di 1940’î de ji derveyê welat anîne û li vir çal kirine rastî madeya radyoaktîf tên.
Li taxa Aydin a navçeya Gazîemîr û derdora wê bi hezaran malbat rastî madeya radyoaktîf tên. Li gorî îdiayan di salên 1940’’i de radyoaktîfên ji derveyê welat anîn li van herêman çal kirin. Li herêmê nêzî 10.125 m3 radyoaktîf heye. Fabrîkaya Arslan Kurşun ku li herêmê xebatên kolandinê meşand, ti niyeta wê tine ji herêmê biçe.
Gelê ku bi salane rastî bermahiyên radyoaktîf tê bi bertekin. Welatî ji tenduristiya xwe û zarokên xwe bi gumanin. Qaşo li herêmê ewlehî hatiye girtin, bi tenekeyan barîyer çêkirine. Bi beşdarbûna rayedarên Fabrîkaya Arslan Kurşun, Partiya Keskan û Çep û Meclîsa Ekolojî û Jiyanê ya HDK’ê civînek pêk hat lê biryarek jê derneket.
‘Ji bo neyê beralîkirin divê xebat bê meşandin’
Seroka Şaxa Odeya Endezyarên Derdorê ya Îzmîrê Emîne Helîl Înay Kinay di civîna gel de axivî û got: “Li vir her kes heman fikrî diparêze. Ji ber vê jî ji bo beralîkirina bermahiyên di 2007’an de hatine tespîtkirin xebat bê meşandin. Ji bo vê tiştek nayê kirin. Ev bermahiyên li vir mane û hatine terk kirin niha jî derdorê qirêj dike.”
Dr. Rayika Durusan jî got dikare li lherêmê radyokatîve hebe û got: “Ji ber vê jî divê di asta mînîmum da kar û barê şikestinekê hebe û an jî beyî şikestin bê girtin. Dema mirov bên ser projeyê jî divê ev proje li du beşan bê veqetandin. Projeya bi navê ‘beralîkirina bermahiyên radyoaktîf’. Dema mirov tenduristiya gel bifikirin dema tesîsek wisa bixebite behsa hinek karên di tesîsê de di cihên girtî de tê kirin. Di rewşa ku bermahiyên radyoaktîf binizilin de hinek rêbazên divê mirov li gorî wê tevbigerin hene. Divê li vê jî baldar bin.”
‘Ti kesî dengê me ne bihist’
Şêniya taxê Makbule Morkaya pirsgirêkên dijîn wiha vegot: “Ev bû çend sal me ji wezareta tenduristiyê re got. Ti kesî dengê me nebihist. Ev bermahî di 2007’jan de hatine çalkirin. Ti agahiya me tine bû. Tenduristiya me xera bû. cînarên me hinek bi pençeşêrê ketine. Hinek nexweşin. Ya min qet ne başe. Gurçika min rizya. Hevjînê min nexweşê şekire. Her kes wisa nerehete.”
‘Gelek jin zarok ji ber çû’
Makbuleyê bi lêv kir ku gelek jinên li derdorê dijîn zarokên wan jiber çûne û got: “Lê me ev rewş bi gel neda bihistin. Parêzer Arîf hat vir. Em hişyar kirin. Ger wî alîkarî neda me emê meyê jiyana xwe wisa berdewam bikira. Qaşo dibêjin wê qadê paqij bikin. Lê li aliyekê digirin, li aliyê din davêjin.Em dipên ku ev pirsgirêk demildest çareser be.”
(hu)