Dê Amed deng bide Licê

10:24

JINHA

AMED - Ji bo piştevaniya navçeya Licê ku bi rojan e di bin êrîşê de ye li Amedê 3 rojan nobet bê girtin. Piştî çalakiya nobetê dê meşeke girseyî bê lidarxistin û ber bi Licê ve derkevin rê.

Li Amedê gel dê ji bo piştgiriya navçeya Licê ku piştî qedexe li gelek qadan hate îlankirin bi deh hezaran leşkeran ve operasyon hate destpêkirin, gund hatin valakirin, mal hatin şewitandin dê gel çalakî li dar bixe. Di çalakiya ji aliyê HDP, DBP KCD û KJA'yê ve bên lidarxistin de dê 3 rojan li Parka Koşuyolu û Rojava saetd di 18.00-00.00'an de nobet bê girtin.

Li bajar saet 21.00'an de çalakiya dengderxistinê bê lidarxistin.

Di roja 4'emîn de jî saet di 17.00'an de ji Parka Koşuyolu heta avahiya DBP'ê meş bê lidarxistin.

Sibetara wî jî saet di 10.00'an de jî ji avahiya DBP'ê ber bi Licê ve derkevin rê.

(zt)