Sevda û Eylem li Wuppertalê hatin bîranîn
11:31
JINHA
WUPPERTAL - Şervana MLKP'ê Sevda Çagdaş (Raperîn Dîcle) û şervana BOG'ê Eylem Ataş (Cemre Heval) li Wûppertalê hatin bîranîn.
Ji bo şervana MLKP'ê Sevda Çagdaş (Raperîn Dîcle) a di Pêngava Rizgakirina Minbicê de jiyaan xwe ji dest da û şervana BOG'ê Eylem Ataş (Cemre Heval) li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê çalakiyeke bîranînê hat lidaxistin. Merasîma bîranînê li komeleya Karawane ya Wûppertalê ji aliyê AGÎF'ê ve hat organîzekirin û heyetek ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Wûppertalê beşdar bû.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, nûnerê AGÎF'ê nirxandin kir û got, "Di şerê azadiyê yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de du şervanên jin ên ciwan li refên herî pêş cih girtin û bi têkoşîneke bi rûmetdarî tevlî karwanê nemiran bûn. Agahiya li ser şehîdan, çiqasî me bêşîne jî, nîşan dide ku mirovahî nemiriye, dijî, bi pêş de diçe û xwe digihîne siberojê. Hemû şehîdên me yên fedekar ên ji bo azadiyê canê xwe feda kirin û di şerê li dijî çeteyan de tevlî karwanê nemiran bûn, hêvî û daxwaza me ya azadiyê xurtir dikin me hîn bêhtir bi siberojê ve girê didin. Em jî hemû hevrêyên xwe yên ev nirx afirandine, bi rêzdarî bibîr tînin."
Di merasîma bîranînê de beşdar jî axivîn. Piştî nîşandana sînevîzyona ji bo Sevda Çagdaş (Raperîn Dîcle) hat amadekirin, merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
(ho/zt)