Li Girê Spî di encamê êrîşê de 4 sivîl jiyana xwe ji dest dan

11:41

JINHA

GIRÊ SPÎ – Li kolana sereke ya bajarê Girê Spî êrîşek xwekujî pêk hat. Ligorî agahiyan 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. dan.

Li kolana sereke ya bajarê Girê Spî êrîşa bi wesayîta bombebarkirî di saet 10.20'an pêk hat. Hat zanîn ku wesayîta bombebarkirî li pêşiya Mala Gel teqiyaye. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrîşê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûne.

(rc)