Doza komkujiya Parîsê hat taloqkirin

13:34

JINHA

PARÎS - Doza komkujiya 3 siyasetmedarên Kurd ên jin Sakine Canziz, Figen Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê heyeta dadgehê ve heya demeke nediyar hat taloqkirin. Parêzerên nerazîbûn nîşanî vê biryarê dan, tê payîn bi serokê dadgehê re hevdîtinê bikin.

Li gorî nûçeya nûçegihana Yenî Ozgur Polîtîkayê Selma Akkaya, heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Taybet, ji parêzeran re ragihandiye, ku doza komkujiya 3 siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz, Figen Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Çileya 2011'an de li Parîsê hatîbûn qetîlkirin, hatiye taloqkirin. Doza di meha Kanûnê de dê bihata ditin di 27'ê Hezîranê de rewşeke cuda derket holê betal bibû û niha jî taloqa sedem û dîroka wî ne diyar hate sitandin.

Li ser sedema taloqa dozê tu daxuyanî ji parêzerên malbatan re nehat dayîn. Parêzerên malbatên her sê jinên siyasetmedar li dijî taloqkirina dema destpêkirina dozê derketin û gotin, "Pêwîste dadgeh li ser sedema taloqkirinê agahiyê bide parêzeran."

Heyeta dadgehê jî bersiva "Em ne neçar in daxuyaniyê bidin we" da. Parêzerên malbatan ev biryar weke biryareke siyasî nirxandin. Parêzeran diyar kirir ku ew ê îtirazên xwe yên li hemberî biryarê bidomînin û tê payîn bi serokê dadgehê re hevdîtinê bikin.

Her wiha çend hefte berê, bersûc Omer Guney serî li dadgehê dabû û bi 'hinceta tenduristiyê' xwestibû bê berdan. Dadgehê jî ji ber rîska revê ev daxwaz red kiribû û bi sedema ku tenduristiya wî rê dide li girtîgehê bimîne û ji ber dozek derb li wijdanê civakê xistiye, biryar da li girtîgehê bimîne.

Piştî biryareke bi vî rengî taloqkirina destpêkirina dozê ji aliyê dadgeriya Fransayê ve rewşeke manîdar e. Di rojên pêş de wê encamên hevdîtina parêzeran a bi serokê dadgehê re derkeve holê.

(ho)