Kongreya Star: Zîlan bi lehengîtiya xwe jiyan avakir

13:47

JINHA

QAMIŞLO - Kongreya Star bi boneya salvegera çalakiya Zeynep Kinacî (Zîlan) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya Kongreya Star de wiha hat gotin, "Zîlan bi gotina 'Ez ji jiyanê hez dikim ku di oxira wê de canê xwe feda bikim' çalakiya xwe pêk anî, em ê jî bi vê felsefeyê têkoşîna azadiyê bimeşînin."

Koordînasyona Kongreya Star di 20. salvegera çalakiya fedayî ya Zeynep Kinacî (Zîlan) de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya Koordînasyona Kongreya Star de wiha hat gotin "Hevala Zîlan bi gotina 'Ez ji jiyanê ewçend hez dikim ku di oxira wê de canê xwe feda bikim'. Em ê jî bi vê felsefeyê têkoşîna azadiyê bimeşîn in. Hevala Zîlan îfadeya jiyana azad e. Wê bi lehengîtiya xwe jiyan ava kir. Baweriya wê bi serkeftinê, girêdana wê bi azadî û rêbertiya azad re, hezkirina wê ji ax û gel re di asteke herî bilind de bû. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe ya ku di 30'ê Hezîranê de li yek ji navendên dewleta faşist a Tirkiyê li Dêrsimê pêk anî hejandineke mezin da avakirin. Di esas de ev çalakî bersivek bû ji bo komplo û êrîşên ku dewleta faşîst a Tirkiyê li ser Rêber Apo plan kiribû. Wiha jî komploya 6'ê Gulanê hate pûçkirin."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin, "Zîlan girêdan û hezkirina xwe ya ji jiyanê re nîşan da. Bû manîfestoya jiyana azad. Ev xeta azadiyê heya roja me ya îro bi kesayetên leheg dewam dike û cihê vê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê di kesayeta Rêvan, Silava û Arînan de dubare hate jiyîn. Zîlan bû ronahî ji bo civaka azad û jiyana birûmet. Di 20. salvegera şehadeta hevrêya me Zîlan de em tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşînê li ser xeta azadiyê ku wan pêşxistiye, dubare dikin."

(hs/rc)