Aktîvîstên ekolojiyê: Ozgur Gundem dengê me ye
13:53
JINHA
STENBOL - Di kampanyaya "Gerînendetiya Weşanê ya Giştî ya Nobedar" a ji bo piştgiriya Ozgur Gundemê hatiye destpêkirin de parêzvanên qadên jiyanê nobet dewr girtin.
Di kampanyaya "Gerînendetiya Weşanê ya Giştî ya Nobedar" a li dijî pêkûtiyên dewlet û îxtidarê ji bo piştgiriya Ozgur Gundemê hatiye destpêkirin de parêzvanên qadên jiyanê nobet dewr girtin. Platforma Parastina Ava Periyê Eren Akyol, ji Lijneya Parastina Munzurê Gulten Kahraman û Hasan Şen, Ji Platforma Hawirdorê ya Bakirtepeyê Aynur Yilmaz tevli civîna rojnameyê bûn û pêşniyarên nûçeyan kirin.
Ji Lijneya Parastina Munzurê Hasan Şen di civînê de axivî û wiha got: "Em li qadan têkoşîna ekolojiyê didin, piştevaniya rojnameya me ya ku ji dengê me re dibe deng, têkoşîna ke digihîne gel peywira me ya esasî ye."
'Divê hemû kes cih bigirin'
Ji Platforma Parastina Ava Periyê Eren Akyol axivî û diyar kir ku ji ber ku nobet dewr girtine ser bilind i û wiha got: "Hemû kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im, parazvanê mafê mirovan im divê li vir bin." Eren Rojnameya Ozgur Gundemê tenê dengê gelên Tirkiyeyê nîne, xweza, sewal û nebatên ku zimanê wan nîne ye jî.
(zt)