Ji bo Eylem Ataş konê sersaxiyê hat danîn

13:59

JINHA


MÊRSÎN - Ji bo Endama Biryargeha Rojava ya BOG'ê Eylem Ataş (Cemre Heval) a di hemleya Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li Mêrsînê konê sersaxiyê hat vedan.

Endama Biryargeha Rojava ya Hêzên Azadî yên Hevgirtî (BOG) Eylem Ataş, berî çend rojan di hemleya Minbicê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî agahiyên der barê Eylem de hat bihîstin ku jiyana xwe jidest daye, li avahiya Partî Şoreşgerên Hevgirtî ya Mêrsînê de ji bo wê sersaxî tên qebûlkirin. Di avahiya sersaxiyê de pankarta "Eylem Ataş bê mirin e" hat daliqandin û ji bo sersaxiyê gelek kes hatin avahiyê. Her wiha di avahiya sersaxiyê de ji derveyî wêneyên Eylem û gelek milîtanên BOG'ê yên jiyana xwe ji dest dane jî hatin daliqandin. Ji bo bîranîna Eylem lênûskeke bîranînê hat dayîn, gelek kesan bîranînên xwe têde nivîsîn.

Ji hêla din ve avahiya ku sersaxî lê tê qebûlkirin, ji hêla gelek polîs û maşînên TOMA ve hatin dorpêçkirin, dê heta êvarê serlêdanên ji bo sersaxiyê bên qebûlkirin.

(zt)