DÎHA 41 caran hat asteng kirin!
15:29
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TÎB), jêdera Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya 'www. dicle-haber.xyz' ji ragihandinê re asteng kir. Bi astengkirina vê malperê re bi giştî 41 caran ajansa DÎHA yê hat astengkirin.
Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TÎB) ya girêdayî Lijneya Ragihandin û Teknolojiya Zanyarî, der barê ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) yê de biryareke din a "astengkirina ragihandinê" da. Nivîsa ji hêla TÎB'ê ve ji înternetê re hat şandin de hat diyar kirin ku jêdera bi sernavê 'www. dicle-haber.xyz' hatiye astenkirin.
Der barê hincetên ku bûn sedema astengkirinê tu tişt nehatin parvekirin û ev tişt hat gotin: "Li gorî lêkolînên teknîkî û qanûna bi hejmara 5651'an malpera înternetê ya bi navê (dicle-haber.xyz) ji bo tevdîrê weşana wê hatiye rawestandin."
Piştî operasyonên li navçeya Licê hatin destpêkirin û piştî teqîna li balafirgeha Stenbolê biryara astenkirinê bû sedema fikaran.
DÎHA her dem bi pêkûtiyan re rû bi rû dimîne, heta niha 12 nûçegîhanên ajansa DÎHA'yê di girtîgehê de ne û ji 24'ê tîrmeha 2015'an heta niha 41 carî ajans ji hêla TÎB'ê ve ji ragihandinê re hat girtin.
Hûn dikarin li ser lînka "www.dicle-news.xyz" xwe bigihînin ajansa DÎHA yê.
(zt)