Jinan Zilan li Amedê bibîr anî
16:20
JINHA
AMED - Li Amedê jinan bi minasebeta 20. Salvegara bîranîna çalakiya Zeynep Kinaci (Zilan) bernameya bîranînê li dar xist.
Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de 20. Salvegera bîranîna çalakiya endama PKK'ê Zeynep Kinaci (Zilan) a ku di 30'ê Hêzîrana 1996'an de li Dersîmê di encama çalakiya fedayî de jiyana xwe ji dest da bû, bernameya biraninê hat lida xist. Bername li Hêwana Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat. Parlamenterên HDP'ê Nursel Aydogan, Saadet Becerîklî û gelek jin di bernameyê de amade bûn. Bername biranînê bi rêzgirtînê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevizyona bi mijara jiyana Zeynep Kinaci hat pêşandan.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ji bo girîngiya rojê axivî . Nursel diyar kir ku çalakî û têkoşîna Zeynep Kinaci ji bo azadiya jinê bûye sembol û got ku divê hemû jin xeta azadiya Zeynep ji bo xwe mînak bibînin.
Nursel got ku Zeynep xwe gihandiyê evîna heqîqetê û wiha berdewam kir: "Zilan her tim digot evîn ne ew e ku mirov ji mêrek hez bike. Evîn azadiya welatek, gelek û azadiya jinekê ye. Lewra ew tevlî têkoşîna azadiyê bû û heya dawiyê têkoşiya. Zilan xwe gihand evîna rasteqin."
Bername bi stranê Koma Xwejinê bi dawî bû.
(şe-ho/rc)