Ji bo Licê çalakiya runiştinê despêkir

20:54

JINHA

AMED - Ji bo piştevaniya Lice ya ku bi rojane dibin êrîşande û gundên wê li ber valekirinê ne gelê Amedê dest bi çalakiya runiştinê ya 3 rojan kirin.

Piştî îlankirina "qedexeya derketina kolanan" bi deh hezaran leşker ji gelek aliyan ve êrîşî Licê kirin. Ji bo piştevaniya bi Licê re bi pêşengiya HDP, DBP, KCD û KJA yê li Parqa Koşuyoluya Amedê welatiyan dest bi çalakiya runiştinê kirin. Di çalakiya nobetê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, parlementerê HDP'ê yê Semsurê Behçet Yildirim û hevşaredar jî amadebûn.

Li Parka Rojava jî berxwedanê despêkir

Li Parka Rojava ya Peyasê gelek welatî li hev kombûn û ji bo deng dayina Licê dest bi çalakiya runiştinê kirin. Parlementera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerikli, parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir, hevserokên Navenda HDP'ê ya Amedê, aktîvîstên KJA yê, rêveberên DBP'ê yên navend û navçeyan jî tevlî çalakiyê bûn. Di saetên pêş de tê payîn ku girêdayî çalakiyê daxuyanî bê dayîn.

Çalakiyên ku dê 3 rojan berdewam bikin sibê jî saet di 18.00-00.00'an berdewam bike.

(zt)