Jinên Hesekê: Divê yekser dawî li tecrîdê bê
09:02
Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKÊ- Jinên bajarê Hesekê diyar kirin ew tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê bi tu awayî napejrînin û gotin ew ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mayînde bikin.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku wek navnîşana çareseriyê û aştiyê tê dîtin, ji sala 2011’ê heta niha destûr nayê dayîn bi parêzer û malbatê xwe re hevdîtin pêk bîne. Ji Nîsana 2015’an û heta niha jî ne bi malbata xwe re û ne jî bi heyeta Îmraliyê re dikare hevdîtinê pêk bîne. Têkîldarê mijarê jinên bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê diyar kirin ku ew ê tevlî çalakiyan bibin dengê xwe bilind bikin û wiha gotin, "Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin."
'Divê yekser dawî li tecrîdê bê'
Mehdiye Hemê di serî de tecrîda girankirî şermezar kir û wiha got, "Erdogan herêmên Kurdistanê tev talan dike, bajarên Kurdan tune dike. Bi vê pêvajoyê re li ser Rêber Apo jî tecrîd pêk tîne. Tu agahî ji rêbertî nayê girtin. Em ji rewşa Rêberê xwe bi guman in. Divê dimildest dawî li tecrîdê were. Ji bo azadiya Rêber Apo çi ji destên me bê, em ê pêk bînin. Heya dawiyê em bi Rêberê xwe re ne."
'Tecrîd binpêkirina mafên mirovahiyê ye'
Jina Ereb Helîma Mihemed Elî anî ziman ku tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dervî mafê mirovahiyê ye û wiha domand, "Ligel ku tê gotin serdema azadiyê ye, lê pêkanîneke wiha hemû pîvanên mirovahiyê binpêkirin e. Em di wê baweriyê de ne ku divê mirov xwedî rêgezên azadiyê be. Em bang li tevahiya gelan dikin ku nerazîbûna xwe li beramberî vê tecrîdê diyar bikin. Rêber Apo ji bilî ku rêbereke, wek însanek jî banga azadiyê bilind kiriye. Ji ber vê divê hemû mirovên di cîhanê de piştgiriya me bikin ku serokê me azad bibe."
'Gelê Kurd dê bê bertek nemîne'
Zekiye Hecî Silêman jî wiha got, "Em ji rewşa Rêberê xwe bêxeber in. Em nizanin çi anîne serê wî. Dewleta Tirkiyê li bakûrê Kurdistanê qetlîmanan pêk tîne. Em vê kiryarê jî lenet dikin. Em lenetê li Erdogan tînin. Gelê Kurd dê tucaran li beramberî van kiryaran bêdeng û bê bertek nemîne. Em piştgiriya pêngava şikandina tecrîda Îmraliyê dikin û ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe bilindtir û firehtir bikin."
(en/rc)