Jinan hemleya Minbicê biserkeftî nirxand
09:02
Hêvî Semîr-Civîn Gîrbawî/JINHA
QAMIŞLO - Jinên ji pêkhateya ereb û suryan têkîldarê serkeftinên hemleya rizgarkirina Minbicê a bi navê 'Hemleya Fermandar û Şehîd Ebû Leyla' û rizgarkirina jinan ji destê DAIŞ'ê' axivîn. Jinan diyar kir ku rizgarkirina herêma Minbicê û azadkirina jinan ji destê DAIŞ'ê gava serkeftinê ye û divê hemû pêkhate û gotin ku bi taybetî jin têkoşîna xwe bilind bikin û tevahî xaka Sûriyê ji çeteyan rizgar bikin.
Di hemleya rizgarkirina Minbicê ku di 1'ê hezîranê de hat destpêkirin û di 5'ê hezîranê bi navê "Hemleya Fermandar Şehîd Ebû Leyla" berdewam kir, gelek gundên girêdayî Minbicê ji dagirkeriya çeteyan hat rizgarkirin. Pêşveçûna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di bajar de bê navber dewam dike. Divê hemleyê de bi hezaran sivîl û jin ji destê çeteyan hatin rizgarkirin. Jinên pêkhateya suryan û ereb têkîldarê serkeftin û hemleya azadiyê Minbicê nirxandin kirin.
'Hêviya me ew e hemû xaka Sûriyê were azad kirin'
Rêvebera Mekteba Jinên Ereb ya girêdayî Desteya Niştîmanî Ereb, Xensa Elhemûd diyar kir ku bivê hemleyê re gelek destkeftiyên bi nirx di Rojavayê Kurdistanê de hatine bidestxistin û wiha axivî: "Bi têkoşîna Meclisa Minbic a Leşkerî û piştgiriya QSD'ê ya ji Hemleya Minbicê re gelek gundên wê herêmê hatin rizgar kirin û ev hemle berdewam dike. Ev jî ji bo me dibe coşek mezin. Hêviya me ew e ku hemû xaka Sûriyê jî were azadkirin."
'Bi hevgirtinê re em ê hemû xaka Sûriyê biparêzin'
Xensa di berdewamiya axaftina xwe de qala hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê kir û wiha pêde çû, "Herî zêde ev xirabûna ku di Sûriyê de diqewime encama hovîtiya DAÎŞ'ê ye. Ji bo vê yekê xwesteka me ew e ku hemû herêmên di bin dagirkeriya wan de werin rizgarkirine. Çareseriya vê yekê jî di yekbûna hemû pêkhateyan de ye. Ji xwe bingehê serkeftinên ku tên bidestxistin hevgirtina pêkhateyên suryan, kurd û ereb û hemû pêkhateyên di herêmê de heyî ku cihê xwe di Meclisa Minbic a Leşkerî û QSD'ê de digirin e. Me ji wan kesên ku dixwazin tevlîheviyê di navbera pêkhate û netewan de çêbikin re, da nîşan kirin ku em bi yekbûnê dikarin xwe û hemû xaka Sûriyê biparêzin."
'Rizgarkirina jinan ji destê çeteyên DAÎŞ'ê gavekî serkeftinê ye'
Endama Yekîtiya Jinên Suryan Îzla Hena jî rizgarkirina herêmên Minbicê pîroz kir û wiha axivî: "Şervanên suryan li kêleka şervanên kurd û ereb piştgiriya hemleya Minbicê dikin. Armanca vê berxwedanê demokrasî û azadkirina hemû xaka Sûriyê ye û bi taybet rizgarkirina wan ji çeteyên DAÎŞ'ê ye. Em bi rizgarkirina van herêman serbilindin. Wê hemleya Minbicê serkeftinên mezin bi xwe re bîne. Rizgarkirina jinan ji destê çeteyên DAÎŞ'ê gavekî serkeftinê ye. Bi vê armancê divê hemû jin bi hev re hêza xwe xurtir bikin. Pirgirêka jinê ne tenê pirsgirêka jina kurd e ango jina suryan e, pirsgirêka jinê pirsgirêka hemû jinan e. Çeteyên DAÎŞ'ê hovîtî û êrîşên xwe li ser tevahî jinan pêktîne, li ser jinên Suryan jî pêkaniye. Ev êrîş li Xabûr li Deşta Neynewa her wiha li ser jinên Êzîdî li Şengalê jî kiriye. Em hemû jin bi van kiryaran dêşin, ji bo wê rizgarkirina her jinekê ji destê terorîstên DAÎŞ'ê gavekî pir giring e. Divê jin zincîrên ku li ser hatine pêçan biqetîne. Jin xwe gihandiye asta ku çekê hilgire da ku xwe û xaka xwe biparêze. Bi vê yekê re dikare serkeftinên mezin jî bidest bixe." Îzla di dawî de banga rêxistinbûnê li tevahî jinan kir.
(hs/ho/rc)