'Em li Şirnexê bi berxwedêran re kêfxweşbûn'

09:02

JINHA

ŞIRNEX - Jinên Şirnexê yên li navçeya Basan dijîn diyar kirin ku ew li benda rakirina qedexeya ser Şirnexê ne û gotin: "Em ji bo endamên YPS û YPS-JIN'ên ku jiyana xwe ji dest dan xemgînbûne. Me nexwest wan tenê bihêlin. Em li gel wan kêfxweşbûn. Dewletê bi zorê em derxistin."

Piştî "qedexe" ya ser Şirnexê bi zorê welatî koçberkirin. Welatiyên Şirnexê jî li deverên derdora bajêr hemberî polîtîkaya koçberiyê li ber xwe didin. Ji welatiyên Şirnexê yên bi mehane li deverên derdora bajêr li ber xwe didin 300 malbat jî li navçeya Basan bicîhbûne. Welatiyên Şirnexê li Basan jiyana komûnê avadikin. Jinên tevahiya rojê di bîstanan de dixebitin, bi şevê piştî fetarê jî xwarina rojadinê bi hev re amadedikin. Dema ku jinan nan amadedikirin em rastî Asya Yuksel hatin. Asya despêkê tecrîda girankiriya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezarkir û got: "Bese bila êdî xwîna gerilayên me nerije. Bila êdî dayikên kurdan negirîn. Em ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû cîhanê jiyanek tejî azadî, aştî û aramî dixwazin."

'Em bi YPS û YPS-JIN re kêfxweşbûn'

Asya bilêv kir ku bila yên şer dixwazin demek ji yadinê zutir dengê qêrîna dayikên kurdan bibihîsin û wiha domand: "Dibêjin dê cardin bajarên xirakirina ji nû ve avabikin. Bila ne bajarên me xirabikin ne jî avabikin. Bila êdî belaya xwe ji me vekin. Em ji jiyana xwe razîne. Em ti dewletê nexwazin."

Asya destnîşan kir ku ew ji bo endamên YPS û YPS-JIN'ê yên jiyana xwe jidest dane gelek xemgînin û wiha berdewam kir: "Em li gel wan kêfxweşbûn. Dewletê em bi zorê derxistin. Ji bo me gotin; 'Ger hun dernekevin emê we qetilbikin.' Ji ber zarokên me biçukbûn em derketin. Em ne ji wan çêtirin. Ew canê me ne. Dema ku Şirnex vebe, emê biçin Şirnexê."

'Em nakevin û emê Şirnexê ji nû ve avabikin'

Sakine Yuksel jî da zanîn ku ewê ticarî dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha dom kir: "Mala me nemabe jî emê li axa xwe vegerin. Em niha li benda vekirina Şirnexê ne. Bila malên me vale xira nekin, berekê jî nehêle emê xaliyên xwe li erdê raxin û li wê jiyana xwe berdewam bikin. Ne tenê Kurdistanê hêza kurdan a azadkirina hemû cîhanê heye. Herî nêz jî me li Rojava dît. Ji bo wê jî dewlet çiqas bi hovî êrîş bike jî emê nekevin. Emê ji nû ve Şirnexê avabikin."

(zt)