'Divê PDK'ê dev ji polîtîkayên qirêj berde'

09:02

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Rêvebira Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Gulîstan Xelef derbarê astengkirina derbasbûna Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah axivî û got "Astengkirina hevrêya me Asya Ebdulla yek ji polîtîkayên PDK'ê li dijî hêza jinê ye."

Rayedarên PDK'ê duh destûr nedan ku Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Ev yek hem li Başûrê Kurdistanê, hem jî Rojavayê Kurdistanê bi nerazîbûn û rexneyên tund ên jinan rûbirû ma. Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Gulîstan Xelef jî berteka xwe nîşan da û diyar kir ku astengkirina hevrêya me Asya Ebdullah berdewamiya polîtîkayên PDK'ê yên li hember pêşxistina xebat û têkoşîna jinan a li hember koletî û desthilatdariyê ye. Gulîstanê ev nêzîkatî bi tundî şermezar kir û got "Êdî bila PDK'ê dev ji kiryar û polîtîkayên xwe yên li dijî tekoşîna jinê berde."

'Bi hincetên cuda êrîşê jinan dike'

Gulîstanê anî ziman ku divê PDK'ê dimildest dev ji polîtîkayê dijbertiyê berde û wiha pêde çû, "Êdî bes e, bila PDK'ê dev ji kiryarên xwe yê qirêj berde. Çima astengiyan li beramberî pêşxistina xebatên jinan çê dike? Wekî xuya dibe beriya demekê hin rojnamevan, xebatkarên civaka sivîl û rêxistinên jinan jî bi hincetên cuda binçavkiribûn. Niha jî hevrêya me Asya tê astengkirin. Bi hincetên cuda êrîşê jinan dike"

'Jin di her qadê de xwe pêşxistine û pêşengiyê dikin'

Gulistanê balkişand ser rola jinan di şoreşa Rojava û wiha pê de çû, "Wek tê zanîn Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi Şoreşa Jinê tê nasîn. Em dikarên bêjin îro jinên Rojavayê Kurdistanê ji siyasetê bigre heya dîplomasiyê, ji artêşbûnê bigrin heya rêveberiyê ji bo azadiya jinê û hemû Kurdistanê xebat dikin. PDK'ê dixwazin ku jin vegere wek berê, kole û nezan bimîne. Îro bi fikir û felsefeya Rêber Apo, jin gihîştiye asta ku mafê xwe bizanibe. Hêdî hêdî ber bi azadiya xwe ve diçe, şerê dijîmin dike, xebatên dîplomatîk li derve dide meşandin. Ev hemû jî ji bo ku rastiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derkeve holê tê kirin, PDK'ê jî tehemûla van destkeftiyan nake û bi her rêbaza ku dibîne astengiyan li pêşiya jinên Kurd bi taybet jî xebatên jinan ên li Rojava derdixîne."

(hs/rc)