'Bêmafiyên li Tirkiyeyê tên jiyîn li Ewropayê nayên dîtin'

09:03

JINHA

STENBOL - Ji heyeta Tevgera Tabana Dij Nîjadperestiyê ya Ewropayê Monna Le Yeuch li ser binpêkirinên mafan yên Tirkiyeyê ku li Ewropayê çawa tê dîtin nirxandin kir. Monna ku ji bo doza Chrîs Stemphson bişopîne hat Stenbolê got: "Binpêkirinên mafan yên Tirkiyeyê li Ewropayê nayê dîtin."

Monna Le Yeuch ku ji bo doza Chrîs Stemphson bişopîne hat Stenbolê, li ser dîtina binpêkirinên mafan nirxandin kir. Monna da zanîn ku ew rewşa bi pevçûn û zextxwir a li Tirkiyeyê dişopîne û got hem bi giştî û hem jî bi nêrîneke aktîvîst nêrînên xwe tîne ziman. Monnayê balkirşand ser peymanên li ser penaberan hatiye kirin û got: "Ji ber peymana penaberan a Tirkiye-Ewropayê têkildarî mafên mirovan ya li Tirkiyeyê de ti binpênkirin nayên dîtin. tenê di demên dawî de ji bo qirkirina Ermeniyan pêngavek çêbû. ji bilî wê ti tiştek tine."

'Em dixwazin bala Ewropayê bikişînin ser Tirkiyeyê'

Monnayê bi lêv kir ku binpêkirinên mafan yên li Tirkiyeyê li welatên Ewropayê nayên dîtin û got rêxistinên mafên mirovan rewşê dizanin û dewletên Ewropayê pir cidî rexne dikin. Monnayê wiha berdewam kir: "Mixabin ev rexne nayên dîtin. Ji ber vê em dixwazin hikûmet û mirovên Ewropayê mobîlîze bikin û bala mirovên wir bikişînin ser Tirkiyeyê."

Monna li ser qedexekirinên derketina derve ya li Kurdistanê û pirsgirêka jinan sekinî û got: "Di rayagiştî ya Tirkiyeyê de ev nayên zanîn û civak li dijî vê bêdenge. Di alî mafê mirovan de jî ti tiştek nayê dîtin. "
Ezê binpêkirina mafan bînim ziman

Monnayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî vegere Ewropaê wê binpêkirina mafan li gelek qadan bîne ziman û got ew tiştên li vir tên jiyîn, agahiyên ji mirov û saziyan girtiye wê vebêje.

(hu)