Gultana Dêrsîmî:Piştî her agirî em zêdetir xurt dibin
09:03
Ceren Karlidag/JINHA
STENBOL - Gultan Kahraman ya şahida şewatên daristanên li Dêrsîmê ye têkildarî şewatên daristanên Licê de wiha got: "Dar ji koza xwe dîsa şîn bibûn. Berxwedan hêzê dide mirov û daran. Em piştî her şewatê xurt dibin."
Gultan Kahraman bi salane di Lijneya Parastina Munzurê ya girêdayê Federasyona Komeleya Dêrsîmê de têdikoşe. Gultana 63 salî berxwedana xwe jî ji xaka xwe digire. têkoşîn û naqokiya wê bi zextên li ser jinan jiyaye. Niha têkoşîna xwe bi paradîgmaya ekolojîk hevîr dike.
Rewşa Kesk a Berxwedanê!
Gultanê da zanîn ku wê zehmetiyên jinan yên di qada cemawerî de ku heqdestekî wekhev nedigirtin dîtiye û got: "Ligel vê zewacên bi zorê, zextên taxê di hişê min de cihên xwe girtin. Min jî bi awayekî têkoşîna xwe meşand." Gultana ku kur, hevjîn, bira û biraziyê wê di pevçûnan de jiyana we ji dest dane got: "Heta hêza min hebe ez beşdarî cenazeyên gerîlayan dibim. Ez niha jî berxwedanê bi aliyê ekolojîk dimeşînim.
Li Dêrsîmê ji bo Elewiyan xak, dar, av gelek girînge û wiha got: "Ger ev tinebin ji xwe mafê jiyanê tine. Mirovên nirxê nedin daran nadin mirovan jî. Ji ber vê ez nirxek mezin didim xakê."
'Her ez çûm gund hatim binçavkirin'
Gultanê destnîşan kir ku di 1984'an de beşek ji malbata wê bi zorê hatine koçberkirin û şandine Edîrneyê û got: "Piştî ew çûn dewletê daristanên me şewitandin. Me demek dirêj gundên xwe ziyaret nekir. Çiqas ez çûm gund hatim binçavkirin. Dîsa ji bo darên me hişk nebin ez diçum gund."
Gultanê qedexekirina 20 herêman a ji aliyê Walitiyê ve nirxand û got: "Qedexe zilmin. Mirov neçin xaka xwe sûce. Divê em li dijî vê zilmê serî netewînin. Ji me re dibêjin terorîst. Lê yên me ji xaka me dikin terorîstin."
Dixwazin Licê bikin beton
Gultanê da zanîn ku li Licê bi hinceta esrarê daristan hatine şewitandin û got bi zanebûn wisa dikin û dixwazin Licê bi tevahî bikin beton.
(hu)