'Divê em bibin yek û ji bo Licê deng derxin'
09:36
JINHA
STENBOL - Aktîvîsta ekolojiyê Aynur Aygul diyar kir ku divê ew li hember qirkirina xwezayê ya ji Bakirtepe heya Licê berdewam dike dengderbixin û got: "Îro xweza, darstina, sewal û zarokên kurdan qetildikin. Divê hemû aktîvîstên ekolojiyê bibin yek û ji bo Licê deng derxin."
Yek ji şertên ku pergala kaputalizimê xwe têde dide jiyandin texrîbatên xwezayine. Li Tirkiyê ev texrîbat bi destê dewletê tên kirin. Li gel çêkirina HES û RES'an bi destê hêzên dewletê daristan tên şewitandin. Endama Platforma Derdora Bakirtepe ya Sêwasê Aynur Aygul texrîbatên li Bakirtepeyê hatine kirin nirxand û da zanîn ku divê deng bê dayina şewata li Licê berdewam dike.
'Me doz qazanc kir'
Aynur destnîşan kir ku wan di sala 2013'an de platform avakirine û wiha domand: "Bakirtepe navenda baweriya me ye. Mirov li wê duayan dikin. Li pesarên wê dest bi lêkolîna madenan hatiye kirin. Dibêjin li wê gelek zêr heye."
'Divê em ji bo Licê deng derxin'
Aynur ji bo şewata li Licê berdewam dike banga baldariyê kir û wiha berdewam kir: "Divê em jin ji nava çar diwaran derkevin. Divê hemû aktîvîstên ekolojiyê li hev kom bibin û ji bo Licê deng derxin. Îro xweza, darstan, sewal û zarokên kurdan dişewitin. Rêzdariya wan ji miriyan re nîne, dubare dikujin û bedenên wan teşhir dikin. Ev kaputalizma hov divê em demek zutir biqedînin."
(zt)