1 Tîrmehê hîmê şoreşa Rojava ye

09:43

Binevş Sarya/JINHA

KOBANE- Di 1'ê Tîrmeha sala 1979'an Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji gundê Kazikan yê Kobanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Jinên ku Abdullah Ocalan li mala xwe mêvan dikin, behsê wan kêliyên dîrokî kirin.

Koma ku wek Apoyiyan dihat binavkirin, piştî damezirandina PKK'ê li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê xebatên xwe bi awayeke rêxistinkirî û berfirehtir pêşdixîne. Di heman demê de êrîş û zextên dewleta Tirkiyê jî zêdetir dibin. Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan bi analîzkirina rewşa wê demê ya Tirkiyê, bi pêşdîtina xwe ya mezin îhtîmala çêbûna darebeyek leşkerî ferq dike û biryara derbasbûna Rojava dibin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berê xwe dide Rihayê û ji wir jî tê Pirsûsê, bi awayeke veşartî sînor derbas dike û di 1'ê Tîrmeha sala 1979'an bi alîkariya hevalê xwe Ethem derbasî gundê Kazikan a ser bi Kobanê dibe. Kazikan li aliyê Rojhilatê bajêr 8 km. dûr e. Rêberê PKK'ê ji wir derbasî bajarê Kobanê dibe û li hin malan dimîne. Li mala Elî Elûş jî dibe mêvan. Piştre jî diçe gundê Elpelurê.

Emîra Eluş ku demekê Rêberê PKK'ê li mala wan dibe mêvan, behsa bîranînên wan rojan kir. Emîra diyar kir ku gava ku ew Rêberê PKK'ê pêşwazî malê xwe kirine wî nasnekirine û wiha got, "Hevalê Ethem pê re bû. Serokatî digot 'Em di boriyeke teng de bûn, em derneketibûna em ê bihatibana fetisandin. Ji ber wê em derketin hatin vêderê." Her kesê pê re jê re gelek rêz digirtin. Me dizanibu ku kesayeteke mezin e, lê me nedizanîbû ew Serokatî ye. Di wan deman de jinan nedikarîn biçin gel zilaman û li ba wan rûnên. Me wisa ji dûr ve ew didît. Lê hevalên pê re me zêdetir didîtin. Piştî çû me nû zanî ew Serokatî ye."

'Serokatî diçû Miştenûr futbol dileyîst'

Emîra di dirêjiya gotinên xwe de behsa hatin û çûna PKK'yiyan û bandora ku li ser wan hiştin kir û wih axivî, "Serokatî li vir gelek dixwend. Herwiha pir ji zarokan hez dikir. Carna bi hev re diçûn girê Miştenûrê û li wir futbol dileyîstin. Me ferq dikir ku girîngî dide jinan û wan dide pêş. Jixwe piştî demekê komên hevalan jî hatin malê. Di nav wan de jinek bi navê Fatma jî hebû. Heval pir sade bûn. Li vir diman, gelek caran xwarin nedixwarin, diranê wan diêşiya nediçûn gel bijîşkan. Li wesayîtan jî siwar nedibûn digotin 'em ê bi motorsîkletê karê xwe bikin'. Armanca wan azadkirina Kurdistanê bû."

'Digot wê axê vedin û xwe ji bindestiyê xilas bikin'

Emîra anî ziman ku piştî Rêberê PKK'ê diçe paytexta Sûriyê Şamê ew diçe wir dibîne û wiha domand, "Piştî Rêbertî çû Şamê, ez çûm min li wir jî ew dît. Me li wir bi hev re nîqaş jî kir. Digot 'Mêrên Kurdan gelek bêsebirin', min jî jê re got 'Serokê min, em jin bi saxî di tirbê de ne', ew jî got 'Vedin wê axê, ji ser xwe biavêjin, ger pêwîst bike li bikin wir, ez ji we re dibêjim xwe ji bindestiyê xilas bikin'. Ez gelek caran ji fikrên rêbertî matmayî dimam. Li odeyekê dirûnişt dizanîbû yên di odeya din de çi dikin. Hemû tişt ji pêş ve dizanîbû. Mirovekî ne ji rêzê ye, her tişt ji pêşî de dizanî û pê dihesiya. Xasteka min ew e ez careke din serokatî li Kurdistanê bibînim. Ji bo min ferq nake kuderê Kurdistanê be, tenê ez careke din bibînim. Ji vir heya Îmraliyê ez silavên xwe yên gerim jê re dişînim."

'Di koşeyek malde pirtûk dixwend'

Şemsê Mihemed ya ji gundê Elpelûrê ye diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demek ligel wan jî dibe mêvan û wiha bîranînên xwe parvekir, "Dema Serokatî hat mala me, ligel me nedizanî ew kî ye, lê ji me re miroveke ne ji rêzê dihat. Kurê min Ciwan hîna di dergûşê de bû. Gelek car dida ber sînga xwe, yan jî dergûşa wî dihejand. Ew û tiyê min her bi hevre bûn. Di koşeyeke malê de pirtûk dixwendin. Ew û tiyê min bi êvaran bi hev re diçûn nav daristanan û gelek caran jî li ser hewza avê rûdiniştin. Lingên xwe dikirin nav avê. Li ber hewzê dareke tûyê heye, hertim diçûn li bin wê darê dirûniştin, pirtûk dixwendin. Serokatî bi ciwanan re sohbet dikir. Herkesê jê hez dikir. Xeyal û xwasteka min carek din dîtina rêbertî û azadiya Kurdistanê ye."

'Min jiyanê rêbertî meraq dikir'

Keça Şemsê, Ferîde Mihemed ku wê demê zarok bûye tiştên ku hîs kiriye û jê bandor bûye wiha anî ziman, "Min jiyana rêber Apo meraq dikir. Dema ez li bajar bûm çend caran hat mala me. Min gelek caran cilên wan dişoştin û cilên wan ên qetiyayî ji wan re bi destên xwe didirût. Min dizanîbû ew ji bo tişteke mezin kar dikin. Jixwe hevalan pir kêm xwarin dixwarin. Ev yek jî bala min dikşand. Li pişt bavê min li ser motorsîkletê siwar dibûn û diçûn cihên din. Ez wê demê 14 salî bûm, min pir dixwest ez bizanibim ku ew kî ye. Çima ew çend dixwîne? Ez paşê hînbûm ku ew mirovek ne ji rêzê ye." Her sê jinên ku pariyeke demê pîroz bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan parvekirine, bi daxwaza dîtina Ocalan gotinên xwe bidawî kirin.

(en/rc)