Dewreya perwerdeya xweser ya amosteyan bi dawî bû

09:54

JINHA

GIRKÊ LEGÊ- Li bajarê Rimêlan a Kantona Cizîrê li Akademiya Fikir û Ramanê Azad dewreya bi navê Şehîd Hêvîdar ku ji bo mamosteyên jin di 26'ê Gulanê de bi tevlîbûna 36 jinên Kurd û Ereb dest pê kiribû bi şahiyekê bi dawî bû.

Li navenda Aram Tîgran a girêdayî TEV-ÇAND'ê ji bo dawîbûna dewreya Şehîd Hêvîdar şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de têkoşera jin Zeynep Kinacî (Zîlan) jî hat bîranîn. Şahî bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftinan dewem kir. Di serî de bi ser navê Komîteya Perwerdeyê Nûjîn Bilind axivî. Nûjîn diyar kir ku gelê Kurd ji bo nasname, azadî û çanda xwe di nava lêgerînê de ne û wiha pêde çû, "Ji ber vê yekê îro şehîd Zîlan wek findekê di nava cîhanê de ronî dide. Em wê bi bîr tînin û bejna xwe li pêşberî wê ditewînin. Em rojeke girîng de ne. Hem salvegera şehadeta hevrêya me Zîlan e, hem jî bidawîkirina dewreya perwerdeyê ye. Em ê bi ruheke zanist û ronahiyê ji bo avakirina jiyaneke azad bi hezaran mamosteyên me dê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin."

Di berdewama şahiyê de rêvebira Akademiya Şehîd Dorşîn Semîra Elî axivî. Semîra rola jina Kurd a pêşeng di cîhanê de şîrove kir. Ji mamosteyan jî xwest ku li ser bingeha xalên ji perwerdeyê fêr bûne, têkoşîna xwe pêş bixin. Herî dawî jî endama komîteya hazirtiya pirtûkan Semîra Ebdulezîz axivî û bidawîbûna dewreyê li tevahiya endamên dewreyê pîroz kir.

Piştî axaftin bi dawî bûn, mamosteyan şanoyek bi navê 'Ber bi jiyana azad ve' pêşkêş kirin. Her wiha çend stran jî ji hêla koma Alan ve hate gotin. Di dawiyê de ji mamosteyan re bawernameya dewreyê hate dayîn û mamosteyan bi govendê şahiya xwe dawî kirin.

(rd/en/rc)