Ji bo bîranîna Zîlan sînevîsyon hat temeşa kirin
10:14
JINHA
KOBANÊ- Kongra Star a Kantona Kobanê ji bo bîranîna jina Kurd Zeynep Kinacî (Zîlan) sînevîzyonek pêşkêş kir.
Bi boneya salvegera çalakiya Zeynep Kinacî (Zîlan) Kongra Star sînevîzyonek ku jiyan, çalakî û kesayeta Zîlanê vedibêje organîze kir. Sînevîzyon li navenda Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê hate dayîn û bi sedan ji jinên bajêr, nûner û endamên sazî û rêxistinên Kantonê amade bûn. Di sînevîzyonê de bi fotoyê Zîlanê, zaroktî, çîrok û çalakiya têkoşera jin û beşek ji nameyên wê hate nîşandayîn. Sînevîzyon bi baldariyeke mezin hate temaşekirin. Bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe", her wiha "Jin, Jiyan, Azadî" bîranîn bi dawî bû.
(ze/rc)