Jinên Geverê di avakirina jiyanê de bi îsrarin
10:49
JINHA
COLEMÊRG- Kitan Çoruha ku li Geverê her sal bostan diçîne ji ber qedexe û êrîşên ku dewletê li Geverê pêk aniye diyar kir ku ew ê jiyanê cardin li dora xwe avabikin û baxçeyê xwe ji nûde biçînin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê gel li hember êrîşên dewletê bi berxwedanek mezin dîrok nivîsin. Welatiyên ku ji ber êrîş û qedexeyan neçar man dev ji taxên xwe berdin, piştî rabûna qedexê cardin vegerîn warên xwe û dest bi înşakirina jiyanê kirin. Jina bi navê Kitan Çoruh (51) diyar kir ku ew bi hatina biharê re ji bo debarê xwe her sal bostan diçandin û got ku ji ber êrîşên dewletê li ser herêmê gelek ziyan hatî hatine. Kitan anî ziman ku bi çandina bostanan jiyanek hevpar di nava gelan de avadibû û got her kes sûdê ji bostanê wan digrit û wiha pêde çû, "Îsal ji ber qedexeyê em dereng man lê çawa qedexe hat rakirin karê me yê yêkem bostanên me bû. Bila Erdogan xira bike em jî dê nû ava bikin û berxwedana xwe berdewam bikin."
'Piştî qedexê karê yekem çandina bostanê bû'
Kitanê da zanîn ku ew 15 sale her dem bostan diçand û wiha axivî, " Ez her sal karê bostanan dikim. Keyfa min gelek bi ax û heşîniyê te. Her kes sûdê ji bostanê digrit. Lê mixabin îsal ji ber qedexeya derketina kolanan de min nikarî bostanê xwe danim. Em 3 mehan koçber bûn. Çawa ku qedexe hat rakirin em hatin û karê min ê yekem bostanê min bû. Min wek hemû salan bostanê xwe danî. Ez niha jî gelek keyfxweşim bi bostanê xwe. Ez her roj di nav bostanê xwe de karê xwe dikim."
'Em bi bostanên xwe keyfxweşin'
Kitanê destnîşan kir ku bi kedên mezin ew bostanan diçînin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em kedek mezin didin bostanên xwe. Ji ber ku avên me tuneye. Av nîne em bi bîdonan avê tînin û avdidin. Di nav bostanê me de gelek zewzeyên cuda hene. Dema ku tiştên di nava bostanên min de gihiştin wê demê cînarê min û derdorên min sûde jî bostanê digrin. Em bi derfetên xwe bostanên xwe danin. Bostanên me ji bo me girîngin."
'Bila Erdogan xira bike em jî dê nû ava bikin'
Kitanê balkişand ser êrîşan û wiha domand, "Em ê her tim ber xwe bidin. Armanca wan pêk nayê. Dema ku em hatin Geverê her der hatibû hilweşandin û şewitandin. Tişt nabe canê gel ê kurd saxbe. Destê me dê bibin yek û em ê wek berê bijîn. Bila Erdogan xira bike em jî dê ava bikin."
(kom/rc)