Gelo daristanan jî serî li dijî AKP’ê rakir?

10:52

JINHA

WAN –Jinan têkildarî operasyonên li bejahiya Licê di bin navê ‘qedexeya derketina kolanê de’ hatin destpêkirin de bertek nîşanê dewletê û ekolojîstan da. Jinan got: “Gelo çiyayên Kurdistanê jî serî li dijî hikûmeta AKP’ê rakir ku dide ber agir. Bila hikûmeta AKP’ê baş dizane ku em ti car li dijî wan serî natewînin.”

Li bejahiya Licê ya Amedê di bin navê ‘qedexeya derketina derve de’ operasyonên hatibûn destpêkirin berdewam dikin. Li 39 gundên Licê qexede pêk hat û bi vê re daristan dan ber agir û gelek xanî şewitîn. Jinên Wanê ji ber vê rewşê ji bo operasyon demildest bi dawî bibin bang kirin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya diyar kir ku operasyonên li dijî Kurdan demek dirêj berdewam dike û got: “Dewlet niha daristanan dişewitîne.Ji salên 90’î de ye mal û gunda dişewitîne û dîsa heman polîtîkayê pêk tîne. Çavên wan bi vê jî têr nabe û dixwazin mirovan ji jiyana bajar derxînin û koçberî cihên din bikin. Em dayikên aştiyê dema aştiyê dixwazin dewlet zilmê li me dike.”

‘Dewlet ji xwîna Kurdan têr nabe’

Zekiyeyê bi lêv ki rku Dayikên Aştiyê yên Amedê ji bo şewatên daristanan xwestiye biçe Licê lê ji aliyê polîsan ve hatine sekinandin û got: “Daristanan dişewitînin, sewalan dişewitînin, mal û şehîdgehan dişewitînin. Dewlet ji xwîna Kurdan têr nabe. Niha çiya û zozanên me dişewitînin. Jin hewl didin bi daran şewatê bitemirînin. Lê desturê nadin. Dixwazin çiyayê Kurdistanê tine bikin û çavkaniyên debara wan tine bikin.”

‘Her tim dikujin’

Zekiyeyê bi lêv kir ku her tim aştiyê qîr dikin, lê dewlet li şûna aştiyê bi şer û îşkenceyê, zextan bersivê dide û got: “Ev wê heta ku derê biçe. Hun bi şewata daristanan nekarin me biqedînin. Em naxwazin kes bimire lê hun her tim dikujin. Xwîn bi xwînê nayê şûştin.”

‘Daristanên me cihên azadiya me ne’

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Xurşe Turgut jî got AKP hewl dide qadên jiyana gelê Kurd tine bike û got: “Daristanên me, çiya, şehîdgeh û zozanên me dişewitînin.Daristanên me cihên azadiya me ne. Zilma li me dikin niha li sewalên me dikin. Malbat di nav agir de dimînin. Dewlet jî desturê dide vê.”

Xurşeyê da zanîn ku b isalene ji dewletê zilmê dibînin û li dijî vê jî her tim aştî anîne ziman û got: “Gelo çiyayê Kurdistanê jî li dijî AKP’ê serî hildane ku dide ber agir. Bila hikûmet AKP’ê bizane ku em li dijî vê serî natewînin. Em her tim li ser piya bûn.”

‘Niha jî daristanan dişewitînin’

Jina bi navê Nazli Acar jî got: “Dewletê ne zarok û ne jî malbatên me hiştin. Niha dora daristanane? Gundên me şewitandin, ev têr nekir niha em dixwazin biçin gundên xwe, lê çiya û zozanên me dişewitînin.”

(hu)