Kongre Saziya Malbatên Şehîdan ya 3. dest pê kir

10:59

JINHA

RIMÊLAN- Li Navenda Aram Tîgran a TEV-ÇAND'ê 3. Kongreya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir.

3. Kongreya Saziya Malbatên Şehîdan bi dirûşmeya 'Bi ruhê Berxwedana Şehîdan, Civaka Komînal û Demokratîk Ava bikin' li salona Navenda Aram Tîgran a TEV-ÇAND'ê dest pê kir. Di kongre ku seta 9:30 de dest pê kir. Di kongrê de 477 delege beşdar bûne. Her wiha ji Desteyên ser bi Rêveberiya Xweser, nûner û endamên rêxistinên Kantona Cizîrê wek mêvan amade ne. Salona kongreyê bi alên YPG-YPJ, SMŞ û posterên kesên ku di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Pankartên wek "Banga Şehîd Awaza Serkeftina Şoreşa Me Misoger dibe" û "Dengê Dîrokê bi Rûmet dibe" hatine daliqandin. Kongre bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Paşê jî bi munasebeta salvegera çalakiya Zeynep Kinacî (Zîlan) sînevîzyonek ku jiyan û têkoşîna wê vedibêje hate temaşekirin.

Kongre berdewam e.

(rd/rc)