Girtiyên PAJK'ê pirsgirêkên li girtîgeha Şakranê tên jiyîn vegotin

11:46

JINHA

ÎZMÎR-Girtiyên PAJK’ê yên Girtîgeha Jinan a Şakranê bi nameya ku şandin pirsgirêkên ku dijîn vegotin. Di nameya ku hatiye şandin de pirsgirêkên ku LGBTÎ û zarok dijîn jî hatin vegotin û banga hestiyariyê li rayagiştî hat kirin.

Girtiyên jin yên PAJK’ê nameyek ji JINHA’yê re şandin û pirsgirêkên xwe vegotin. Pirsgirên zarok û LGBTÎ’yan jî hat vegotin û hat diyar kirin ku bandora şerê ev saleke berdewam dike li girtîgehan jî xwe dide der.
Di nameyê de hat gotin ku wekê ku her pergaleke her ferasetek yekem desthilatdare, nêzîkatiya xwe ya demokrasiyê di zindanan de jî şênber kiriye û got: “Di vê serdema ku faşîzm gihiştiye lûtkeyan li girtîgehan jî bi awayekî şênber xwe daye der. Wek tê zanîn hinek pêkanînên li girtîgehan bi xwe re berxwedanan tîne. Girtîgeha me ya ku pêkanînên dijmirovane lê tê meşandin, hedef hatiye girtin û ji roja hatiye vekirin heta niha ji rojevê de jî neketiye. Bi hatine her midûrê nû re pêkanînan cudahî nîşan nedaye.”

‘Piştevaniya şênber hatiye pêşxistin’

Di nameyê de hat gotin ku girtîgeha Şakranê ya Jinan her tim bi lêgerîna tazî hatiye rojevê û wiha hat berdewam kirin: “Îbareya wezaretê ya ‘Di rewşên bi guman de rayedarê herî bi raye dikare vê pêkanînê pêk bîn’ nîşan dide ku ev lêgerîn di kîjan mercan de tê kirin. Tevî gelek astên lêgerînê û her cureyên teknolojîk ev lêgerîn li me tê ferzkirin û ev jî îspata ku li dijî me rêz nayê nîşan dan. Em diyar dikin ku vê nêzîkatiyê ti car qebûl nakin û dipên ku saziyên têkildar, platform û gelê me li dijî vê pêngavên şênber bavêje. Bêguman ev pêkanîn tenê li dijî me PKK’iyan pêk tê û ev bi aşkera hatiye gotin.”

‘Dîwarên veguherîne qada îstîsmarê’

Di nameyê de behsa pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn tê kirin û wiha hat gotin: “Mijarek din jî eve ku em nekarin ji qursên li girtîgehê fêdeyê bigirin. Hemû qursên li girtîgehan veguherîne qadên karê ya bi hêza kar a erzan. Korîdorên girtîgehê veguherîne fabrîkayan û girtiyên xizan. Her sibeh gardiyan wek serhosteyan tevdigerin û saet di 9’an de bangî mesaîyê dikin. Ev dîwar veguherîne kampa berhevkirinê a qada îstîsmarê. Ev zîhniyeta mêtînger êdî mirovan bi armanca karê li zindanan digire.”

Çapemeniya hewzê tê bikaranîn

Di nameyê de wiha hat berdewam kirin: “Dîsa ligel pêvajoya şer, tevî ku sekna me ya PKK-PAJK’ê tê zanîn jî, çapemeniya hewzê digirin cem xwe û nûçeyên derew tên weşandin. Di van nûçeyên derew de tê gotin ku PKK’î hevalên xwe yên nakeve gireva birçîbûnê dişewitînin. Ev jî nîşan dide ku kursiya îdareyê xwe dispêre kê. Bi dehan carî me gazî xebatkarên tenduristiyê kiriye lê îdareyê eleq nîşan neda û nûçeyek wisa derew hatiye çêkirin. Em diyar dikin ku bila kes bi van nûçeyên çapemeniya hewzê bawer neke.”

Gelê me divê helwesta xwe nîşan bide

Hat destnîşan kirin ku divê gelê me li dijî van poLîtîkaya bi hestiyar tevbigere û helwesta pêwîst nîşan bide. Her wiha di nameyê de hat daxuyandin ku divê gelêm helwesta pêwist hem li derve û hem jî di îhtîmala girtinê de nîşan bide.Girtiyan da zanîn ku girtîgeh veguherîne cihên karê û got tiştên li kantînê tên firotin li gorî bûhayê derve du kat tê firotin.

Girtiya LGBTÎ bedena wê şewitandî di hucreyê de tê girtin

Di berdewamiya nameyê de wiha hat gotin: “Li dijî LGBTÎ’yan pêkanînên wekê xistina hucreyê hepskirin aodeyê didomin. Herî daweî LGBTÎ’yek ku li girtîgehê karker bû rewşa wê hatiye ferzkirin û hema ji kar hatiye avêtin. Xistin hucreyê û girtî li dijî vê hucreya xwe da ber agir. Beşeke bedena wê şewitiye. Tevî vê ji hucreyê nehatiye derxistin. Dîsa Gulben Ergîn ya temenê wê biçûke jî xwestiye biçe cem xizma xwe lê bi israr di hucreyê de hatiye girtin û hatiye derbkirin.”

(hu)