Jinên Êzidî:Emê xeta azadiyê ya Zîlanê mezin û pêşve bixin
13:15
JINHA
ŞENGAL – Li Çiyayê Şengalê ku warê pîroz yê Êzidiyane ji bo Zeynep Kinaci (Zîlan) ku bû sebola berxwedanê merasîmek bibîranînê pêk hat. Fermandarên YJŞ’ê ya paratina cewherî ya jinên Êzidî diyar kirin ku wê xeta azadiyê ya Zîlanê mezin bikin û pêş bixînin.
Yek kesên sembola berxwedana jinên Kurd Zeynep Kinaci (Zîlan) di 20’emîn salvegera mirina xwe de li Çiyayê Şengalê hat bibîranîn. Şervanên hêza parastina cewherî ya jinên Şengalê YJŞ û gelek jinên Êzidî beşdarî merasîmê bûn. Di merasîma leşkerî de fermandara YJŞ’ê Dersîm Kobanê axivî û got: “em wek tevgera jinê li vir bi felsefeya Rêber Apo û rêheval Zîlanê dimeşin. Ev ji bo me berxwedana herî mezine. Ev ji bo me serkeftineke mezine. Em xeta zîlanê mezin dikin û pêş dixînin. Jinên Êzidî di xeta Zîlanê de hatin cem hev û em li cihekî wisa pîroz Zîlanê bibîr tînin. Ji bo me xeta esas Zîlane. Emê di vê rê de têbikoşin.”
‘Em di xeta azadiyê ya Zîlanê de dimeşin’
Piştî axaftina Dersîm Kobanê, ji fermandarên YJŞ’ê Sorxwîn Canşêr jî wiha got: “Em wek YJŞ’ê hedef dikin ku bigihêjin xeta Zîlanê. Zîlanê bi çalakiya xwe li dijî komployê helwestek nîşan da. Hevala Zîlan wê demê bi vê çalakiyê bersiva çalakiya fedayî da. Di dilê dijmin de çalakî pêk anî. Em di xeta azadiya Zîlanê de dimeşin.”
‘Emê xeyalên hevalên xwe yên şehîd pêk bînin’
Şervana YJA Starê Aryen Koçer jî wiha got: “Salvegera şehadeta Zîlanê ye. Em îro gerîlayên YJA Starê li Şengalê ne. Emê rihê hevala Zîlan li Şengalê bidin jiyîn. Em di rastiya hevala Zîlan de dibînin ku jin wateya jiyanê ye. Jin di her alî de wê têkoşîna xwe bidomîne. Jin jiyanê diguherin. Dema hevala Zîlan çalakiya fedayî pêk anî dijmin hêza jinê dizanibû. Me jiyanek çawa divê bê jiyîn ji hevala Zîlan hîn kir. Emê di şopa wê de bimeşin û têbikoşin.”
(hu)