Kongra Star êrîşên ser Herêma El Şehba şermezar kir
13:32
JINHA
EFRÎN- Kongreya Star derbarê êrîşên ku li ser Herêmên El Şehba tên kirin, daxuyaniyek li ber navendê bi tevlîbûna bi dehan jin da.
Kongreya Star têkîldarê êrîşên ser Herêmên El Şehba daxuyaniyek li navenda xwe ya Efrînê ji raya giştî re da. Di xwendina daxuyaniyê de jinên herêma El Şehba, Weqfa Jina Azad a Rojava, saziyên rêxistinî, Meclisa Zagonsaz û tevahî jinên komon, sazî û desteyan amade bûn. Daxuyanî ji hêla rêvebera Kongra Star Rûşîn Îbo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Piştî demeke dirêj hîn jî şer li Sûriyê didome, vê dema dawiyê êrîşên li ser Herêmên El Şehba û Babê zêde bûne. Çeteyên DAÎŞ'ê bi hevpariya Erdogan dixwazin pêşketinên şervanên me têk bibin. Lê berevajî wê hemû êrîşên wan vala derdikevin. Ji ber wê tenê rêya kuştin û revandina sivîlan, jin û zarokan ji xwe re kirine wekî kar. Sivîlan wekî mertal bikartînin. Hovîtiya çeteyan wê li hember berxwedana şervanan bi ser nekeve."
Rûşen diyar kir ku divê gel îsrara xwe ya ji bo gihandina azadî û demokrasiye û jiyankirineke hevpar tu caran lewaz nebe û wiha pêde çû, "Divê gelê Herêma El Şehba bi hemû pêkhateyan ve li ber xwe bidin, herî dawiyê hemwelatiyê bi navê Ehmed Îbeş Elo ji ber baweriya wî ya bi fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hebû li pêşiya sivîlan hate şewtandin. Ji bo vê divê em tucaran têkoşîna xwe kêm nekin. Em wekî Kongra Star van êrîşên hovanê ku li ser gelê sivîl tê kirin bi tundî şermezar dikin. Em bang li Saziyên Mafê Mirovan dikin ku van êrîşan bi awayekî bi lez bidawî bikin ku bi destê terorîst û opozisyonê tên kirin."
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Ji destpêka Şoreşa Rojava hêza ku gel û civakê diparêze YPG'ê û YPJ'ê ne, niha jî bi têkoşîna QSD'ê wê hemû bajarên me werin rizgarkirin, em ê jî heya dawiyê piştgiriya hêzên ku civakê diparêzin bikin."
(fr/hs/rc)