Komeleya Rojava: Divê her kes piştgiriyê bide gelê Geverê

14:18

JINHA

COLEMÊRG- Komeleya Piştgirî û alîkariyê ya Rojava ya şaxa Geverê bi armanca xurtkirina piştevaniya ji bo gelê Geverê daxuyaniyek da. Rêveberê komeleya piştgirî Metîn Alma diyar kir ku divê li ser cejna ramezanê her kes piştgirî bide gelê Geverê.

Komeleya Piştgirî û alîkariyê ya Rojava ya şaxa Geverê li ber deriyê otogara şaredariyê bi armanca welatî destê xwe bidin hev û birînên Geverê bi pêçin daxuyanî dan çapameniyê. Di daxuyaniyê de Parlementera HDP'ê Selma Irmak jî cih girt. Rêveberê Komeleya Rojava Metîn Alma di daxuyaniyê de diyar kir ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê 79 roj êrîşên giran pêk hat û wiha got, "Piştî rakirina qedexeyê welatiyên Geverê vedigerin li ser axa xwe. Di taxên Cumhuriyet, Gungor, Eskî kışla, Dîze û Yeşîldere hemû avahiyên welatiyan hatiye hilweşandin û şewitandin. Roja qedexe hat rakirin em û xebatkarên me yên dildar, piştgiriyê didin welatiyan û alîkarî yên zad jî didinê. Em bang hemû welatiyan dikin ku pişrgiriyê bidin Geverê û xebatkarên dildar cejna xwe ya Ramezanê ligel malbatên Geverê derbas bikin."

'Bi lezgînî welatî hewcekarê doşek û lihêfa ne'

Metin da zanîn ku pêdiviyên welatiyan herî zêde bi av, şekir, çay, ava firingiya, rûn, amûrên paqijiyê û wiha pêde çû, "Pêdiviyê jin û paçkên zarokan, mamayên zarokan heye. Roja ku qedexe hat rakirin heya niha em van pêdiviyan temîn dikin û em ê xebatên xweye vî aliyê jî berdewam bikin. Her wiha bi lezgînî welatî hewceyê doşek, lihêf û bataniyane. Banga me li tevahî welatiyên Ewropa, Tirkiyê û Kurdistanê, divê ji bo gelê Geverê hesas bin. Piştevaniyê ji bo Geverê mezin bikin."

'Divê her kes piştgirî bide Geverê'

Dûvre Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî diyar kir ku divê her kes zend û bendê xwe ji bo piştevaniya gelê Geverê hilde û wiha got, "Bila hemû kes ji bo welatiyên Geverê destê xwe bidin yêk. Bajarê me hat hilweşandin. 11 hezar mal hat hilweşandin. Lê welatiyên Geverê dîsa axa xwe bernadin. Welatiyên Geverê her tim ber xwe dide. Bila hemû kes piştgiriyê bidin Geverê û hesas bibin. Welatiyên Geverê hewcekarê hemû tiştane. Armanca wan ew e ku bi polîtîkayên xwe me têk bibin. Em tiştên wisa qebûl nakin. Bila wan rojên nexweş dest bidin Geverê. Vê pêvajoya dijwar de welatiyên me bila derê avahiyên xwe vekin. Avahiyên ku dikarin bê temîr kirin jî malzemayên înşaatê hewceye. Bila deng bidine û alîkarî Geverê bibin."

(kom/rc)