Rojên Şahidiyê bi dawî bû: Piştevanî wê bidome!
14:31
JINHA
AMED –Ji aliyê OGC’ê ve ji bo rojnamegerên girtî ‘rojên şahidiyê’ hat organîzekirin û di çarçoveya vê de çalakiyên pêk hatin vê hefteyê bi dawî bû. OGC’ê da zanîn ku wê ji vir şûnde bi çalakiyên cuda piştevaniya xwe bidomînin.
Ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) bi armanca balê bikişînin ser zextên li ser rojnamegeran bi dirûşmeya ‘Dest nede mafê girtina nûçeyan’ di meha Hezîranê de çalakiyên ‘Rojê Şahidiyê’ pêk hatin û ya çaremîn û dawî pêk hat. Çalakiya li ber Edliyeya Amedê pêk hat, JINHA, DÎHA, Ozgur Gun TV, Weşanên Aram, Azadiya Welat, Kovara KJA, ÎHD, nûnerê TÎHV rojnameger Tunca Ogreten û Ertugrul Mavîoglu beşdar bû.
Pankarta ku wêneyê Şebnem Korur Fîncanci, Erol Onderoglu û Ahmet Nesîn lê bû jî hatin vekirin û her wiha pankarta ‘Ji rojnamegerên girtî re azadî’ hat vekirin. Di çalakiyê de ‘Çapemeniya azad nekare bê bêdengkirin’ û ‘Zext nekarin me têk bibin’ hatin berzkirin.
‘Mazlum şahidê hovîtiya Sûrê ye, em jî şahidê rojnamegeriya wî ne’
Nûçegîhana DÎHA’yê Berîtan Îrlanê şahidiya nûçegîhanê DÎHA’yê Mazlum Dolan kir û got Mazlum ji ber ku hovîtiya Sûrê ragîhand hat girtin û got hemû rojnameger ji ber rastî gihandin gel hatine girtin û got: “Mazlum bi rojan li Sûra di bin dorpêçê de nûçe çêkir. Hovîtiya wir ragîhand. Mazlum şahidê hovîtiya wir kir, em jî şahidê rojnamegeriya wîne.”
Rojnameger Ertugrul Mavîoglu jî got li Tirkiyeyê gelek rojnamegerên DÎHA’yê girtîne û got rojnameger ji ber nûçe ragîhandine hatine girtin û got ew wek rojnameger wê li pey rastiyê bin.
‘Desthilatdarî naxwaze rastî bên bihistin’
Rojnameger Tunca Îlker Ogreten jî got desthilatdarî naxwaze rastî bên bihistin û bi rojnameger bi îdiaya endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistinê tên girtin. Tunca da zanîn divê di demeke wisa de rojnameger piştgiriyê bidin hev.
Nûnerên TÎHV jî da zanîn ku bi mamosteya xwe Şebnemê re çûne Cizîr, Sûr û Şirnexê û got ew ji vir şûn de jî tiştên li wir tên jiyîn wê bikin rapor.
(hu)