Desteya Jinê koordînasyoneke çareserkirina pirsgirêkên jinan ava kir

14:41

JINHA

EFRÎN- Desteya Jinê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê ji bo hilbijartina kordînasyona çareserkirina pirsgirêkên jinên li navçeyan, rêzecivîn lidarxistin.

Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên ku jin di nava karê xwe yê saziyên Rêveberiya Xweser û Kongra Star de rastî wan tê, Desteya Jinê hin rêzecivîn ji jinên ku di saziyan de xebat dikin li dar xist. Herî dawiyê li Navçeya Bilbilê civînek hate çêkirin. Bi dehan ji jinên saziyên Rêveberiya Xweser û seroka Desteya Jinê Fatma Lekto amade bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, paşê Fatma Lekto axaftin kir. Fatma di nava axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya hebûna rêxistinkirinê di navbera tevahî saziyên ku bi karûbarên jina karker re mijûl dibe û rê li ber hemû astengî û zehmetiyên ku jin rastî wan tê, bigire.

Fatma di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Armanc ji van civînan ew e ku em bi Kongra Star re kordînasyoneke taybet bi navenda Efrîn û navçeyên wê ava bikin. Erka vê kordînasyonê ew ku pirsgirêkên tevahî jinên di saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên din de kar dike, çareser bike. Her wiha divê em bi Kongra Star re karekî baş ji bo jinan pêk bînin."

Piştî axaftina Fatma deriye nîqaşê hate vekirin, di nava nîqaşan de pirsgirêkên ku jin rastî wan tên, her wiha hişmendiyê mêrê desthilatdar û hin pirsgirêkên din ên jinan hatin vegotin.

Di dawiya civînê de hevserokên Şaredariyên Gel ên Navçeyan, her wiha hevseroka Şaredariya Gel a Navenda Kantona Efrînê ji bo kordînasyonê hatin hilbijaritn. Hejmara kordînasonê 8 jin in.

(fr/hs/rc)