Jinên Rojava Zîlanê bi çalakiyên xurt bi bîr anîn

16:12

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Rojavayê Kurdistanê bi merasîm û çalakiyên cuda 20'emîn salvegera çalakiya Zeynep Kinacî (Zîlan) pêşwazî kir. Di çalakiyan de soza domandina têkoşîna azadiyê hat dayîn. Li bajarê Qamişlo, Hesekê, Til Temir û Kantona Kobanê jî ji bo salvegera çalakiya Zeynep Kinacî merasîmên bîranînê pêk hatin.

HESEKÊ

Kongreya Star bi wesîleya 20. Salvegera çalakiya şervana PKK'ê Zîlan, li navenda TEV-ÇAND a bajêr civînek organîze kir. Di civînê de bi sedan ji gel û rêxistinên sivîl amade bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji hêla rêvebera Kongra Star a bajar Şervîn Hesekê salvegera bîranîna Zîlan li gelê kurd û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate pîroz kir. Şervînê got: "Şehîd Zîlan mînak û sembola têkoşîn û berxwedanê ye. Ji bo ku her jinek xwe ji xelekên koletiyê rizgar bibe, divê ruhê hevala Zîlan di nava xwe de bihewîne û li ser şopa wê rêya azadiyê bidomîne. Em soz didin ku em ê rêya hevala Zîlan heya azadiya welat bidomîn in." Di dawiya civînê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Zîlanê hate pêşkêşkirin. Civîn bi çepik û tîlîliyên dayîkan dawî bû.
QAMIŞlO

Gelê bajarê Qamişlo bi meşeke girseyî 20'emîn salvegera çalakiya Zeynep Kinacî silav kir. Meşa li ber Qada Osman Sebîr dest pê kir heya Qada Şehîd Rûbar dewam kir. Di meşê de alên TEV-DEM, Kongreya Star, Saziya Malbatên Şehîdan, PYD û YPG-YPJ hate hilgirtin. Di meşê de nûnerên Desteya Jinê, saziyên sivîl û rêxistinên cuda jî amade bûn. Her wiha hêzên Asayîşa Gel û Parastina Cewherî jî ji bo ewlehiyê bi baldarî tevgeriyan.

Piştî girseya gel gişît Qada Şehîd Rûbar, bi ser navê Meclîsa Gel a bajarê Ferûşah Remezan axivî û Zeynep Kinacî bi bîr anî. Paşê bi ser navê Kongreya Star Henîfe Mihemed axaftinek kir û diyar kir ew bi têkoşîna Bêrîtan, Viyan û Zîlanan şoreş heya îro anîne û got, "Em bi navê hemû jinan bejna xwe li pêşberî şehîdên xwe yên birûmet ditewînin. Bi şehadeta hevala Zîlan re hêza jina azad derkete holê. Em ê jî vê rêya pîroz bigihînin asteke hîna bilindtir." Di dawiyê de jî li ber dengê mûzîkê govend hate gerandin û dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hat berzkirin.

KOBANÊ

Bi boneya salvegera çalakiya têkoşer Zeynep Kinacî (Zîlan) Kongra Star sînevîzyonek ku jiyan, çalakî û kesayeta Zîlanê vedibêje organîze kir. Sînevîzyon li navenda Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê hate dayîn û bi sedan ji jinên bajêr, nûner û endamên sazî û rêxistinên Kantonê amade bûn. Di sînevîzyonê de bi fotoyê Zîlanê, zaroktî, çîrok û çalakiya têkoşera jin û beşek ji nameyên wê hate nîşandayîn. Sînevîzyon bi baldariyeke mezin hate temaşekirin. Bi diruşmeyên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe", her wiha "Jin, Jiyan, Azadî" bîranîna Zeynep Kinacî bi dawî bû.

TIL TEMIR

TEV-ÇAND'ê li bajarê Til Temrê ji bo bîranîna Zîlan ji şervanên YPJ'ê û YPG'ê re şahiyek li dar xist. Di şahiya ku li navenda TEV-ÇAND a bajêr lidar ket de, bi sedan şervanên YPG'ê û YPJ'ê amade bûn. Qada şahiyê bi alên kesk, sor û zer, wêneyên Zîlan û têkoşerên Tevgera Azadiyê, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi pankartên "Bê Rêbertî Jiyan nabe" hate xemilandin. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê rêvebera TEV-ÇAND'ê a bajarê Hesekê Zozan Hesekê axaftin kir. Zozan bi xêrhatina hemû şervanan kir û wiha got: "Em bi têkoşîna têkoşerên mîna şehîd Zîlan û hemû têkoşerên ku di rêya azadiya gelê Kurd de canê xwe feda kirine rêya xwe didomînin. Em gihîştine asta serkeftine ku di dîroka gelê Kurd de merheleyeke herî girîng e. Bi berdemakirina têkoşîna wan hevalan re, em îro di berxwedaniya YPG'ê û YPJ'ê ya li Rojavayê Kurdistanê de serkeftinên mezin pêşdixin. Rêya wan şervanan bi destkeftiyên pîroz ên ji bo azadiya gelên herêmê tê şopandin."

Paşê Koma Şoreş û Koma Tolhildan stranên gelêrî û şoreşgerî gotin û şervanan govendeke mezin gerandin.

(kom/rc)