Li Lîcê du kes bi îşkenceyê hatin qetilkirin!

16:18

JINHA

AMED - Li gundikê Mehlê ya navçeya Licê ya leşkeran dorpêç kiribûn 2 kes bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Gundiyan diyar kirin ku tîmên taybet pêlî serê 2 kesên ku qetil kirin wêne kişandin.

Li navçeya Licê ya bi hezaran leşkeranv e hatiye dorpêçkirin û operasyon didome, 2 welatiyên ku li dijî operasyonê derketin bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Îro nêzî 20 welatiyên ku xwestin biçin herêma pevçûnê ya 200 metre dûrîgundikê Mehlê ya Kerwasê ji aliyê tîmên taybet ve hatin rawestandin û rastî îşkenceyê hatin.

Li gorî agahiyên ku welatiyên gund dane ji wan welatiya 2 kes bi îşkenceyê hate qetilkirin.

Der barê nasnameya 2 kesên ku hatin qetilkirin agahî nehat wergirtin. Gundiyan ev agahî dan: "Nêzî 20 kesên xwestin biçin herêma pevçûnê ji nava wan 2 kes birin ciheke din. Piştre cilên wan hatin derxistin. Serê wan xistin hundirê avê û îşkence li wan hate kirin. Piştre jî pêlî serê 2 kesên ku hatin qetilkirin kirin û wêne kişandin."

Li aliyê din gundiyan diyar kirin ku şewata ku derketiye jî li çoltera gund belav dibe û ji bo zarok û kal û pîrên ku ji ber dû nikarin bêhnê bigirin bangawaziya xwe dubare kirin.

(rc)