Kongreya SMŞ bi coş didome

18:55

JINHA

RIMÊLAN - Îro 3. Kongreya Saziya Malbatên Şehîdan li Rimêlan dest pê kiriye. Kongre bi coşeke mezin didome.

Li Navenda Aram Tîgran a TEV-ÇAND a bajarê Til Temirê a Kantona Cizîrê bi tevlîbûna 477 delegeyan 3. Kongreya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir. Piştî ku ji bo pakrewanan deqîqeyekê rêz hate girtin û sînevîzyona ji bo bîranîna Zeynep Kinacî hate temşe kirin. Dîwanek ji 5 kesan hate hilbijartin. Di berdewamiya rûtiştina kongreyê de axaftin hatin kirin. Di serî de endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Foza Yûsuf axivî. Foza diyar kir ku ew di rojên dîrokî re derbas dibin û wiha pêde çû, "Îro roja salvegera Şehîd Zîlan e jî. Em bi xêra van şehîdan li vir in. Van Şehîdan ruh û canê xwe ji bo parastina azadiya Mirovahiyê feda kirin. Bi xwîna van şehîdan hemû saziyên li Rojava hatin avakirin. Jiyana wekhev a hemû pêkhateyan li rojava jî bi saya van şehîdan e. Em soz didin rêça şehîdên xwe bidomînin."

Di Kongreyê de endama Kordînasyona Kongreya Star Welîde Botî jî axivî û wiha got, "Em hemû dayîkên şehîdan silav dikin. Dayîk û malbatên şehîdan ji bo şoreşa me pir giranbûha ne." Welîde her wiha bal kişand ser rola jinê di pêşketina Şoreşa Rojava de û lidarketina kongeya Saziya Malbatên Şehîdan li dayîkên cangoriyan û malbatên wan pîroz kir. Piştî navbera nîvro rûniştina kongreyê dewam kir. Piştî xwendina raporê xebatên salekê ya SMŞ hate xwendin û niha jî li ser raporê nîqaş tê kirin.

Endama SMŞ'ê ya bajarê Dêrikê Şêrîn Şêxê nêrînên xwe têkîldarê kongrê wiha axivî, "Ez di serî de lidarketina kongreye li hemû malbatên şehîdan pîroz dikim. Îro jinên Kurd serbilindin ku dibin dayîka şehîdan. Em jî soz didin li ser xeta van şehîdan têkoşîna xwe dewam bikin."

Fatma Hesen got, "Ev kongre li Serok Apo û hemû şehîdan pîroz be. Ez rêber Apo silav dikim. Em bi hêvî ne ku di kongreye de biryarên ku malbatên şehîdan hîna bêtir xwedî li şehîdên xwe û rêya wan derkevin, bigrin. Ez ji kongreyê re serkeftinê dixwazim.

(rd/rc)