Balefirên şer gundê Buyukçagê bombabaran dike!
20:27
JINHA
ÇEWLÎK - Balefirên şer gundê Buyukçag ê girêdayi navçeya Genca Çewligê bombabaran dikin. Ji nava gund jinekê diyar kir ku balerfirên şer gund bombadikin û ewlehiya canê wan nîne.
Ev qasî 45 deqeyane gundê Buyukçag ê girêdayî navçeya Genca ser sînorê Lice ya Amedê ye bi balefirên şer tê bombakirin. Jinek a di gund de dijî bi rêya telefonê xwe gihand ajansa me û tiştên jiyandike vegot. Jina ku agahî da bilêv kir ku bi qasî 45 deqeyan 6 balefirên şer û uçaqên F16 gund bombebarankirin.
Li ber dengê telefonê re ji gundê nêzî 20-25 malan heyî dengê çekan û bombebaranê dihat.
Jina ku telefon kirî ji bo rawestandina balefiran banga baldariyê li her kesê kir.
(zt)