Jinan texrîbatên li Hezextê tespît kirin

09:06

Şehrîban Aslan / JINHA

AMED –Li Kurdistanê piştî îlankirina rêveberiyên xwesr hêzên dewletê êrîşên xwe dan destpêkirin û bi sedan kes ketil kir. Ji ber vê jî bi taybet li ser jin û zarokan texrîbatên mezin çêbûn. Yek ji cihên ku texrîbat lê çêbûn Hezex bû. Xebatkarên Navenda Şêwirmendiya Jinan a Ekîn Cerenê çûn Hezexê û xebatên xwe yên du hefteyan vegotin.

Li Kurdistanê bi îlankirina rêveberiyên xweser re, dewletê êrîş dan destpêkirin û bi sedan kes biz indî hatin şewitandin û bi sedan birîndar bûn. Li van qadan bi taybet jin û zarok hedef bûn. Piştî êrîşên hatin jiyîn texrîbatên cidî çêbûn. Ji vê jî herî zêde jin û zarok bi bandor bûn. Yek ji van navçeyan jî Hezex a Şirnexê bû. Ji bo texrîbata pêk hatiye ji holê rabe Civaknas Demgul Atahan û xebatkara li ser pêşvebirina zarokan dixebite Gulan Yaklav yên ji Navenda Şêwirmendiya Jinan a Ekîn Cerenê çûn Hezexê û hefteyekê xebat meşandin.

‘Dema dibihistin em ji Amedê çûne rehet dikirin’

Demgulê têkildarî xebatan de agahî da û got: “Em ne tenê ji bo travmayên li Hezexê ji bo komkujiya li Kurdistanê hatine jiyîn çûn wir. Jin destpêkê ditirsiyan. Lê pişî dibihistin em ji Amedê çûne rehet dikirin. Sedema vê jî ev bû tiştên li Sûrê jiyane bandor li wan kirine. Zêdetir axivî û bi rehetî vegotin. Hevdîtinên me bi vî awayî baş derbas bûn.”
Demgulê bi lêv kir ku beriya biçin Hezexê agahî dane Midûriyeta Polîsan û got polîsa her tim xebatên wan asteng dikir.

‘Van zarokan ji bo me şer kir’

Demgulê wiha got: “Jinên ji malê xwe derketibûn xwe sûcdar didîtin. Ji ber di hawira pevçûnê de nemabûn xwe sûcdar hîs dikirin. Digotin zarokên me ji bo me şer kirin lê me ew li wir hiştin. Gel niha vedigerin malên xwe. Taxek bi tevahî hilweşiyaye. Li taxên din jî hinek mal hilweşiyane. Bi taybet avahiyên HDP û DBP’ê hilweşiyane. Jinan alavên xwe yên taybet ji malê girtine.”

‘Dixwestin alîkariyan bidin qeymeqamtiyê’

Demgulê got li Hezexê du civaknas hene û yek jî li Cizîrê dixebite û got: “hevala ji Cizîrê hatibû di alî psîkolojîk de têk çibû. Ji ber vê têr nedikir. Bi çûyîna mere jinên ji Tirkiyeyê hatin hebûn. Me bi hev re xebat meşand. Pirsgirêkek din jî ev bû ku alîkarî asteng dikirin. Mînak kamyonek ji Rojava hat û zehmet bû bikeve Hezexê. Dewletê dixwest alîkariyên ji DBP û HDP’ê bidin qeymeqamtiyê. Ji bo komkujiyên pêk tînin dernekeve holê wisa dikirin.”

‘Divê em hemû bibin yek’

Demgulê wiha berdewam kir: “Jinan tevî ku evqas tişt jiyane hewl didin li ser piya bin û got: “Ez bang li civaknas û psîkologên Tirkiyeyê dikim. Divê li dijî van tiştên hatine jiyîn em bibin yek. Hezex bi tenê hat hiştin. Divê em di dema wê de mudaxale bikin.”

‘Her tim behsa şer tê kirin’

Gulan Yaklavê jî polîtîkayên ku dewlet li ser jin û zarokan dimeşîne nirxand û got zarok bi dar û çoyên digirin destê xwe lîstikên çekdarî dilîzin û got: “Her tim behsa şer dikin. Li vir hewcedarî bi awayekî cidîbi piştgiriya psîko heye.”

(hu)