Ayla Akat banga xwedî derketinê li Lîcê kir
09:07
JINHA
AMED - Berdevka Demî ya KJA'ê Ayla Akat Ata di derbarê êrîşên li ser Licê de nirxandin kir. Ayla got ku êrîşên li Licê tên meşandin ne tenê ev çend roj e ji hilbijartina 1'ê Mijdarê û şûn de plansaziya êrîş û komkujiyê hatiyê kirin û got, "Lewra divê di serî de jin her kes ji bo Lîcê çalakiyan li dar bixe û bibe dengê Licê."
Di 18'ê hezîranê de piştî li çoltarên Licê ya Amedê bi dehan cih hatin qedexekirin, operasyona ku hatiye dest pê kirin bênavber berdewam dike. Ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî navçeya Licê bi pêşengiya DBP, HDP, KCD û KJA'yê starta çalakiyên 5 rojan hat dayîn û di çarçoveya çalakiyan de li Parka Rojava ya navçeya Peyasê çalakiya rûniştinê hate dest pê kirin. Çalakiyên ji bo Licê dê heya roja yekşemê berdewam bike. Kongreya Jinên Azad (KJA) jî di serî de jin bang li hemû kesî kir ku ji bo Licê bibin dengek. Berdevka Demî ya KJA'ê Ayla Akat Ata di derbarê êrîşên li ser Licê de axivî. Ayla got ku êrîşên li Licê tên meşandin ne tenê ev çend roj e ji hilbijartina 1'ê Mijdarê û şûn de plansaziya ve êrîş û komkujiyê hatiyê kirin.
Ayla diyar kir ku êrîş û komkujiyên niha li Licê tên kirin, ji êrîş û komkujiya salên 90'î dîjwartir e û wiha axivî: "Em îro bi tundiyeke ku qetîlkirina ajal, mirov û xwezayê re rû bi rû ne. Licê ne cihêk ji rêzê ye. Ji ber ku di dîrokê de hemû gund, çoldar û navenda Licê hat şewtandin û komkujiyên mirovahiyê tê de hatin jiyandin. Her wiha gelê Licê li hemberî hemû polîtîkayên qirkirin û tune kirinê li ber xwe daye û heya niha dev ji baweriya têkoşina xwe bernedaye."
'Konsepta şer a 90'î niha jî tê meşandin'
Ayla di berdewamiya axaftina xwe de êrîşên li ser navçeya Licê şibihand komkujiya sala 90'î û wiha domand: "Gelê Licê ji 93'an û şûnde ji ber her tim rastî zilm û zordariyên dewletê tên dima pişta xwe dan dewletê. Gelê Licê her tim dixwest pirsgirêkên xwe bi riya siyasî bide çareser kirin. Lê dewletê li hemberî vê yekê çikir, bi top û tangan derket pêşberî gel. Bila ev jî baş bê zanin ku îradeya gelê a ji bo azadî demokrasiye bi top û tangan nayê şikanin. Çawa ku di sala 93'an de Tansû Çiller gotîbû 'Em li Lîcê kevîr li ser kevirê nahêlin' niha heman konsep dîsa tê meşandin. Ji wê demê heya niha tu tişt ne hatiyê gorandin."
'Ji 19'e gund û 58 mezrîkan agahî nayê standin'
Ayla desnîşan kir ku êrîş û polîtîkayên tunekirinê yên ku li bajarên xwesêr hat dest pê kirin niha berê xwe daye çiya û çoldarên heremê û ev tişt li gotina xwe zêde kir: " Gelek navçe, gund û çoldarên Kurdistanê tên bombekirin û gef li gelê me tê xwarin. Navnîşana cihê êrîşê jî herî dawî bû navçeya Licê ye. Ji 18'ê hezîranê heya niha tu agahî ji 19 gund û 58 mezrîk nayê standin. Encama şerê li bajaran li ber çavan e û her kesî şahîdîtiya vê şerê talankirinî baş kiriye. Şer û êrîşên di salên 90'î de li ser gelê kurd hate kirin hêja ku di hişê mirovan de ye encama vê êrîş û şerê jî radixe ber çavan. Ji ber vê yekê jî gel ji bo rawestandina şer dernekeve û ji bo mirin çênebîn bedenên xwe datinin ber şer û dibin mertalên zindî."
Ayla di serî de jin bang li hemû kes kir ku ji bo Licê tevlî çalakiyan bibin û wiha bi dawî kir: "Em wek rêxistina jinên azad li hemberî vê qetliyam û polîtîkayên tunerikinê ne. Em wek hemû saziyên demokratik bertêkên xwe bi tund didin nişandan. Ev sê roj e ku li du cihan welatî ji bo Licê çalakiya runiştinê û nobetê dan dest pê kirin. Di roja çar an de jî li ser banga rêxistan DBP, KJA û rêxistinên din ji Parka Koşuyolê heya avahiya DBP'ê dê meşek girseyî bê li dar xistin û ji bo gelê Licê wek her sal ne biêş û jan bidilek xweş cejna xwe pîroz bike em ê jî biçin Licê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo Licê ew jî dengek dibin."
(şe-ho/rc)